Klîba Hefteyê: Gewrê
Diyarname
Di nav muzîka kurdî de awazeke nû ye Koma Mehabad. Ji bo derxistina albuma wan em straneke wan dikin klîba hefteyê.
Koma Mehabad ji aliyê çend kurdên (Yeqîn H., Serhat Hemdem û Arîf Adali) li Mêrsînê hatine ba hev ve hatiye avakirin. Solîstê komê Yeqîn H. ye. Komê albuma xwe bi navê "Xelek" kurtedemek berê ji Kom Muzîkê derxist.
Di albumê de 10 stranên wekî Delîla, Rabe lawo, Bêrîtan, Pel û Payîz, Malan Bar Kir, Qereçiyê, Dilo, Xet û Xelek, Gewrê û Keçika Mehabadî hene.
Em hêvî dikin dê rêya wan her vekirî be û strana wan a bi navê "Gewrê" dikin klîba hefteyê.
Fermo: