Komeleya Nivîskaran ji bo 'Roja Çîrokê ya Cîhanê' çalakiyek li dar dixe
Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo "Roja Çîrokê ya Cîhanê" çalakiyeke li ser çîrokê ligel nivîskarên ciwan ên kurd li dar dixe.
Çalakî bi diruþma "Çîrokeke her kesî heye, ji bo her kesêkî çîrokêk heye" li dar dikeve.
Li gor agahiyên Komeleya Nivîskaran, çalakî wê bi axaftina Hevseroka Komeleyê Remziye Arslan dest pê bike û dûre daniþîna yekem li dar bikeve. Di daniþîna yekem ku modernatoriya wê Îsmaîl Dîndar dike de wê Ayþegul Tozoren li ser "Edebiyata Muebbet"ê biaxive. Paþê Enise Çager û Abdullah Eser wê çîrokên xwe bixwînin.
Di daniþîna duyem de ku Omer Faruk Baran dê moderatoriya wê bike de wê çîrok bêne xwendin û axaftin bêne kirin. Mêvanên vê beþê jî Elide Zerri, Piþtivan Halepçeyî û Þevger Çiya ne.
Çalakî roja 16'ê vê mehê saet 13.00'an de li Navenda Çanda Cegerxwîn a li Kayapinara Amedê li dar dikeve.