Diyarname
Ji bo Hilbijartina Herêmî ya 2014 di sala 2013'yan de pêk bê AKP û MHP'ê li hev kir.
Li Tirkiyeyê li gor Zagona Bingehîn di her 5 salan de carekê hilbijartina ji bo rêveberiyên herêmî li dar dikeve. Ji bo ku ev dem biguhere pêdivî bi guherandina Zagona Bingehîn heye û ji bo vê yekê jî divê ji sisêyan diduyê mebûsan deng bidin. AKP Ku dixwest vê hilbijartina herêmî ya ku dê 2014'an de li dar bikeve bîne meha kewçêra 2013'Yan pêdivî bi alîkariyê hebû. MHP'ê ragihandibû ku dê we piştgiriyê bidin.
Îro hat ragihandin ku ji bo vê yekê AKP û MHP'ê li hev kiriye û iji bo vê yekê dê sibê saet 15.00'an de li meclisê li ser vê meseleyê bên ba hev.
Tê gotin ku ji bo hilbijartina di 27'ê kewÇêra 2013'yan de li dar bikeve dê xaleke pêvek li Zagona Bingehîn bikin.