Diyarname
Nivîskar îsmaîl Dîndar vê carê pirtûka xwe ya çîrokan bi navê "Marî" weşand.
Pirtûka çîrokan a nivîskarê malpera me Îsmaîl Dîndar bi navê "Marî" ji Weşanên Avestayê derket. Berî vê pirtûka Dîndar bi navê "Kewên Birçî" jî ji Weşanên Avestayê derketibû.
Ji çîroka “Marî”
…Marî, ligel çar zarokên xwe, di bin siya tuyê de bû. Herduyên mezin kur bûn, temenê wan deh-dwazdeh salî bû, di destên wan de darik û têlik hebûn û bi baldarî bi wan re mijûl bûn. Keçikeke porzerik ku xuya bû çar-pênc salî ye, li nav axa hewşê rûniştibû û bi tena serê xwe dileyist. Pêçeka li ber sînga Marî ku bêrawestan diya xwe dimêt, hîna pêçekeke pênc-şeş mehî bû. Pêçek di nav herdu sîngên germ de, bi xewê ve diçû. Marî bi hêdîka radibû ser piyan, pêçeka di hembêza xwe de, berdida hundirê hêlekana ku bi tuya kalê wê ve hilawestîbû... Dilê min rabûbû çargavkan, laşê min dilerizî... Min xwest ez bazdim, xweha xwe hembêz bikim, min xwest ez biqîrim... Lê çokên min şikestibûn, zimanê min hatibû girêdan, çi bi serê min hatibû, min qet nedizanî. Gava ez şiyar bûm, diya min, bi destê min girtibû, jinika hostes bi awirên matmayî li min dinihêrî, stûkra min di nav xwêdanê de mabû. Min ji jinika hostes re, bi serê xwe gotibû, “na” jî, lê hîna jî wê bi awirên matmayî li min dinihêrî.
Îsmaîl Dîndar kî ye?
Nivîskar Îsmaîl Dîndar di sala 1965'an de, li gundekî Midyadê (Qertmîn) ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye. Di navbera salên 1975 û 1981'ê de, li Erxeniyê 6 salan dibistana Dicle Ogretmen Lisesi, leylî xwend. Di navbera salên 1981 û 1983'yan de li bajarê Çanakkale, dibistana bilind a mamostetiyê kuta kir. Di meha reşemiya 1984'an de li bajarê Mereşê dest bi mamostetiya dibistana seretayî kir. A niha li Diyarbekrê karê mamostetiyê dike.
Pirtûkên wî yên ku derketine:
- Hemû Demsal Payîz in (Belkî, 2007)
- Kewên Birçî (Avesta, 2010, Çîrok)
- Palûte (Evrensel, 2011, Çîrok)
- Pembûyê Reş / Muzaffer Îzgu (Werger: Îsmaîl Dîndar, Evrensel, 2011)
- Masiyê Reş ê Piçûk / Samed Behrengî (Werger: Îsmaîl Dîndar, Evrensel, 2011)
Marî/ Îsmaîl Dîndar / 88 rûpel / Çîrok