Diyarname
AKP'ê hin berendamên xwe yên şaredariyê yên hilbijartina 2014'an eşkere kirin. Di nav kesên îro hatin eşkerekirin de berendamên wan ên Mêrdîn, Mûş û Sêrtê jî hene.
AKP'ê ji bo Mêrdînê Mehmet Vejdi Kahraman, ji bo Mûşê Feyat Asya wekî berendam nîşan da. Ev her du bajar jî di destên AKP'ê de bûn lê AKP'ê şaredarên niha nîşan nedan.
AKP'ê ji bo Sêrtê (ku niha di destê BDP'ê de ye) jî Ali İlbaş wekî berendam nîşan da.


