ENQERE
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser sirgûnên li girtîgehan û got, "Sedem çi ye? Hûn cih ji çi re vedikin? Ew qas girtiyên siyasî têra we nekir? Ji bo operasyon û girtinên nû cih vedikin? Gotina Serokwezîr a 'emê girtîgehan vala bikin' ev e? Ev gotin hêsan e, lê bi gotinan girtîgeh vala nabin."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de axivî. Demîrtaş bi bîranîna Ahmet Kaya yê di 16'ê Cotmeha 2000 de li Parîsê jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir.
Demîrtaş da xuyakirin ku di 12 salên desthilatdariya hikûmeta AKP'ê de li Ewropayê bi hezaran Ahmet Kaya û Şivan Perwer hene û got, "Gelo Koma Berxwedan wê karibe li meydana Amedê konserê bide? Ev ezmûna jidilbûyînê ye. Ahmet Kaya li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, bi deh hezaran Kurdistanî bi hesreta vegera li welat dijîn. Mesela rojnamevan Bakî Gul, Erdal Er, Cahît Merwan, Gunay Aslan dê karibin vegerin? Li wê derê malbatên ku zarokên wan çê bûne û 30 sal in nehatine gundê xwe hene. Eger ji bo Ahmet Kaya dilê we dişewite, hingî wasiyeta Aram Tîgran heye, hînê derfet nehat dayîn ku cenazeyê wî were anîn."
Demîrtaş di axaftina xwe de Seyid Riza bibîr anî û diyar kir ku ji bo dîtina cihê gora wî, radestkirina îtîbara wî û lêborîn xwestina dewletê, gelek hewldanên wan hene lê belê heta niha ji parlamentê ti bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Demîrtaş destnîşan kir ku eger hikûmet dixwaze der barê Elewiyan de gaveke biavêje, ji ber darvekirina Seyid Riza û hevrêyên wî leborînê bixwaze û îtîbara wan radest bike.
'EV CIVAK NE CIVAKEKE EHMEQ E'
Demîrtaş bibîr xist ku gava Serokwezîr Erdogan li Amedê bû li girtîgehan sirgûn dihat jiyîn û got, "Ev civak ne civakeke ehmeq e. Der heqê sirgûnan de tu li Amedê digirî, lê di heman demê de 300 mehkûman sirgûnî girtîgeheke zêdeyî hezar kîlometre dûr dikî. Di feraset û têgihiştina te ya sirgûnê de şaşitiyek heye. Ji aliyekî ve tu dibêjî yên li sirgûnê bila vegerin, li aliyê din tu bi xwe mirovên li girtîgehan sirgûn dike. Em ji Wezareta Edaletê di vê der barê de li benda daxuyaniyekê ne. Sedema wê çiye? Hûn cih ji çi re vedikin? Ewqas girtiyên siyasî têra we nekir? Ji bo operasyon û girtinên nû cih vedikin? Gotina Serokwezîr a 'emê girtîgehan vala bikin' ev e? Ev gotin hêsan e, lê bi gotinan girtîgeh vala nabin. Gelo hûnê bi operasyonên nû yên siyasî re vê pêvajoya çareseriyê bicih bînin?" Demîrtaş diyar kir ku 322 girtî ji nişka ve hatine sirgûnkirin û destnîşan kir ku vê yekê baweriya bi desthilatdariyê tine kiriye.
'160 GIRTIYÊN NEXWEŞÊN GIRAN LI BENDA SERBESTBERDANÊ NE'
Demîrtaş da xuyakrin ku girtî ji ber Kurd in û gotine Kurdistan tên ragirtin û got, "Tu gotinên wan li Amedê bikar tîne, lê wan jî sirgûn dike. Bi taybetî jî di mijara girtiyên nexweş de dikare rê li ber encamên neyînî veke. 160 girtiyên bi nexweşiyên giran li benda berdanê ne. Girtîgeh cihê herî hesas ê civakê ye. Eger der barê girtîgehan de tiştekî berçav neyê kirin, ti pêşketin nabe. Eger ji girtîgehan cenaze derkeve, ev hêviyên hewl tê dayîn bê afirandin, wê ji holê rabin." Demîrtaş destnîşan kir ku divê hikûmet sozên xwe yên der barê mijara girtiyên nexweş de dane, bicih bîne.
REWŞA ROJAVA
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser polîtîkayên dijberiya Rojavayê Kurdistanê û got, "Li Reqayê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) rêveberiyê îlan dike, lê kes dernakeve li hemberî vê ranabe nabêje em bi guman in. Gelo ev li dijî çi ne? Li dijî meclîsa hevpar a li Rojava derdikevin. Mejiyê van ev e. Dibêjin emê destûrê nedin 'çê bû qediya' lê li aliyê din destûrê didin ew kesên 'nahêlin jin li ser kursiyê rûnên.' Kurd bêje Xweda yeke dê vana bêjin na ne welê ye. Ewçend bi tirsên dîrokî tevdigerin. Gelo mal û milkê kesî talan kirin? Gotin em dixwazin li ser xaka xwe xwe birêve bibin. Niha ji vê bi fikarin. Ji ew kesên ji Efganîstan, Îngilîstan, Bexdayê tên serê mirovan jê dikin, zarokan, jinan jê dikin, bi fikar nînin. Pereyan didin wan, li kampên li vê derê destûra perwerdeyê didin. Di axaftina bi mîkrofonê re demokrasî hêsan e, lê hesabdayîna 3 kesên li ser sînorê Rojava zehmet e. Li mîkrofonan hesabpirsîna 80 salan ji desthilatdariyên din hêsan e, lê hesabdayîna kuştina 72 kesan di meşan de yên di dema desthilatdariya xwe de, zehmet e. Yekî bi tenê jî ceza negirtiye. Yahya Menekşe, Aydin Erdem, Şerzan Kûrt, Halîl Îbrahîm Orûç, Mûrat îzol, Medenî Yildirim, Ethem Sarisuluk tam 72 kes li kolanan bi destê dewletê hatin qetilkirin. Mîna bûyera li ser sînorê Rojava."
Demîrtaş di axaftina xwe de girîngiya konferansa Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya 30'ê Mijdarê ku wê li Amedê bê lidarxistin destnîşan kir.