• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

JI ÞERÊ JIYANÊ RE CÎH NE GIRÎNG E..!

Dîrok : 24 09 2013 | Beþ :

Serbest

Feratê DENGIZÎ (M.Aydýn ALÖKMEN- Aydin Xoce)

Firoke, kevokek e. Ew malbata xwe û geelek kevok, di baniyê Zindana Amedê de dijîn. Firoke pirr bihêrs û cansivik bû, tim û tim dixwest tiþtên nûh hînbibe. Ji jiyana refên xwe û têkiliyên wan aciz bû. Car caran di diya xwe re diket gengeþiyê.

“Dayê, çima hinek kevok tim rûdinên û bi ser de jî xwe pirr qurre dikin. Em hinek jî ji wan re xizmetê dikin.”

“Ew ne karê te ye. Li cîhê xwe rûnê!”

“Ê de tu jî timî ji wan re biþuxul.”

Dixeyîdî û çeng dibû, Firoke. Heya ku tê de hebû bihêz û lezî bi asîman diket, bilind, bilind dibû, heya reþk û tariyê. Bi ber re jî difikirî; “Êm, em tînin hêlînê. Kozê em paqij dikin, periyê çêlikên wan jî em diþikinînin... Ew timî radizên, fermandariyê dikin, me vir de û wir de diþînin. Zivistanan dertên ber rojê û xeremalî çavên xwe digirin, tu dibê qey ev dinya wan avakiriye... Na, na!.. Çewtiyek di vî îþî de heye...” Çend hevalên wê jî hebûn, bi wan re jî diaxivî, wan jî tiþtek ji ber hev dernedixist. Revok nêrkevokekî jêhatîbû, ji hevaltiya Firoke jî hesdikir. Lê hebikî tirsonek... Firoke carina bi hêrs diçû ser;

“Çima serdestî û bindestî? Ew serdestî me ne, û em stûxwar. Cîhên xweþ, nêzîkî kulekan ên germ ji wan re zivistanî. Havînî jî cîhên hênik. Em timî þerpeze... Havînan cîhên germ û zivistanî jî yên qerisî. Em ji wan bêhtir jî dixebitin!”

“Bêhna xwe fireh bike. Em ê çareseriyekê peyde bikin. Lê ez jî nizanim. Em ji hinekên ku sal kevn kirine bipirsin.”

Di firrê de, bi þevan, timî li ser van tiþtan diaxivîn. Kevoknî din jî hebûn, li ser baniyên din. Ji wan jî çend heval hebûn. Li wira jî rewþ wiha... Yek ji wan hebû; Sorik, pirr biaqil û çeleng. Digot; “Pîrekî me heye. Dibêje, ne wiha ye. Em biguherin vê jiyanê... Em þerr bikin, lê berî her tiþtî rêxistin divê. Divê em ji însanan gelekî tiþtan hîn bibin.” Firoke digot, “em herin cem wî” lê Revok bi tirs digot, “de ecele mekin.” Reþik û Belek jî hebûn, lê ew koleyên mezinan bûn. Firoke û hevalên xwe gotinên xwe ji wan diveþartin. Firoke car carina pirr aciz dibû, bi tenê, bi hêrs ber bi azmanan diket. “Ez ê ji vira herim, ev jiyan wiha nabe... Cîhekî ku ez lê azadbim, ku jiyaneke wekhevî lê hebe. Erê, herê, ez ê herim... Lê pêþî ez firek biþid hîn bibim ku zû û nedîtî ji vira biqetim. Ez hêvî me ku warên azad û xweþ hene. Ew kevokê kal, nasê Sorik çi digot? Hii... Digot: Asteng ji jiyana kes re tune ye. Tenê ku meriv bi hêvî û bêtirs be.”

Rojekê, sibeh e, berê xwe da asîmanê þêrîn î þîn û bilind bû. Bihar e, dinya pirr û pirr xweþ... Amed li binyê; sûk, kuçe, mal, banî... Beden û Þetê Tîjle... Ew çiqas bilind dibû, pê xweþ dihat. Di þîniya asîman de xwe azad û kêfxweþ didît. Dikaribû bi rojan bifire... Rojek ji yên gulanê ku xweþiya xwezayê û firehiya asîman ew pirr dilxweþ dikir. Hêl da xwe û pirr biþid û berbilindî firiya...

“Erê..! Ez ê îroj herim. Jixwe Revok dudilî ye, bi min re nayê.”

Bi þida firê hebikî gêj bû û xwe winda kir, guhên wê bi hêla firê te digot qey teqiya. Difiriya, diket, pirr bi xwe nizanibû. Hew xwe dît ku li ser baniyê zindanê ye, li qiraxa banî li bin xwe nihêrî ku rewþa girtiyan ne weke her rojê ye. Berê jî carina li wan dinihêrî, lê tiþtek ji wan fêhm nedikir. Îroj çûn û hatina wan cuda bû. Leþker, qardiyan û girtî tevlîhev... Awaza wan jî balkêþ. Di demek kurt de gêjiya wê derbas bû, li hewþa zindanê qenc nêrî; ev çi hal e..? Hela, hela..! Gotin û awazên wan fêhm dikir. Firoke guherîbû... Piþtî fira biþid, mejiyê wê, çavên wê, guhên wê, jiyan û û dinya wê bi awayekî dinê... Ewilî tirsiya; “Gelo, ez mirime û ev der warekî din e!” Na, na... Cîh ên her roj. Zimanê însanan fêhm dikir, kurdî, tirkî, heps, zindan, skence, hawar, durûþme... Ev çî ye? Firoke jî yek ji wan. Çav û mejiyê wê weke însanekî, her tiþt jê re zelal. Hercûmerc, þerrê mezin li qawîþa 29’an. Leþker û qardiyan dijmin in, weke serdestên me. Girtî jî weke me bindest, mirov, dost û hilbet jî kurd in. Firoke got; “Ez jî kurd im.” Hima di wê deqê de..!

Girtiyan, yanî hevalan bangî hev dikir in;

“Sîh û pênc... Durum çiye?”

“Bîst û þeþ, li derve binêrin. Malbat hatine?”

“Sîh û þeþ..! Sîh û þeþ... Bersiv bidin!”

“Bîst û heft. Rewþa we çawa ye?”

“Bîst û þeþ. Rewþa bîst û nehan çawa ye? Ji mere bibêjin.”

Roj hatibû nîvro. Zindan dihejiya. Li bîst û nehan dijmin bi dar û jopan ketibû nav hevalan, her der xwîn. Cam, þibake diþikestin, li her derê û li her hewþê agir pê diket. Heval jî ketibûn destên hev û bi devekî, bi dilekî diqîrriyan;

“Bimre skence..!”

“Rûmeta însên dê li hember skencê bi ser keve..!”

Qawîþên din jî tevan ev durûþme tavêtin. Li dervî zindanê malbatan xwe da bûn ser hev. Bi durûþmeyan tevlî yên zindanê dibûn. Li derve jî dijmin diçû ser gel, ser malbatan. Lê çi xem! Dilê gel û girtiyan, dîliyan bûbû yek.

Ji nedît ve qawîþa bîst û siseyan û sîhpêncan bi hev re dest pê kirin.

“Stalîn digot sîleh û sîleh...” û dirêj kirin. Ev deng bû gule... Ji aliyekî hovîtî, ji aliyekî jî dilê însên, tazî, lê bihêrs û bêtirs. Firoke þaþ ma. Erd û asîman, xweza, kevir û kuçik, hewa, av, ax, ba, tev þaþ man. Herê, dil û gurcik bi çekan, bi dar û jopan karibû. Gelo ev çi sir! Ev çi hêz!

Herê... Rojên din hevalan ev bûyer nirxandin. “29’ê gulanê 1996 li qawîþa 29’an dijmin êrîþ kir ku, rojiya me ya birçîbûnê  qut bike. Nozdeh hevalên me bi birînên giran koçberî zindana Dîlokê kirin. Lê em ê dom bikin. Em mafê xwe yê însanî û siyasî bi dest bernadin....” Axaftinan dom dikir. Poste poste diketin rojiya birçîbûnê... Êrîþ di roja sîh û çaran de pêk hatibû. Firoke bûbû tiþtekî ecêb. Zû radibû, diçû ber þibakek Qawîþa Panzdehan. Li hewþê, li hevalan dinêrî, guhdar dikir, wextê perwerdê jî guhdar bû... Gelek tiþt fêhm dikir; Sosyalî, Kurdistan, siyasî, mijokdarî, Marxî, dijmin, dost, wekhevî, þerr, welhasil ew jî bûbû siyasî. Ew jî girtiyeke... Rewþa wan çiye, ew jî yeke ji wan... Zindana Amed, Mazlûm, Ferhat, Xeyrî w Kemal... Tekoþîn û berxwedan, derz zêde fêhm dikir, ji tiþtan wate digirt. Þerrê jiyanê û însanetiyê çiyê? Û herwiha. Ku girtiyan, yanî hevalan dest bi durûþmmeyan dikirin, ew jî li wir... Li ber þibaka Panzdehan... Hevalên xwe jî elimandibû, fêr kiribû. Hayê malbatan wan digihandê. Mal bi mal þibakên wan dizanibûn. Rojekê dîsa guhdar bû. Helbestek pirr xweþ, hêstir ji çavên wê anî bû.

Min Mazlûm dît

Di xewna xwe da

Berê wî li rojê

Eniya wî dibiriqand

Û

Devliken

Jiyan di awirên wî re

Diherikî

Digot

Ji boy azadî û serxwebûnê

Ev destpêke

...................

Hûn li ku ne..!

Berxwedana rojiya birçîbûnê didomand. Bi tevayî, zêdehî sê mehan dom kir. Dawiyê dijmin gav pêþ de avêt. Bi eziyetnî mezin, lê bêþehadetî, bi zanehiyeke xurt lewbazî bi dawî bû. Mafên girtiya bi pirrî bi cîh hatin. Lê ‘bextê Romê tune’ bû..!

Em vegerin jiyana Firokeyê û refên wê, hevalên wê. Piþtî ew guherîna wê, demek dirêj rewþa xwe ji hevalên xwe ji malbata xwe veþart. Lê Revok zû pê hesiya. Wî jî gelek tiþt fêhm kirin. Têkilî bi Sorik û gelek kevokên dinê re danîn. Dest avêtin ser jiyana kevokan û li gor xwe þoreþek mezin pêk anîn. Jiyaneke bi rêxistin û wekhev, bi bingeha kedê li dar xistin. Jiyana xwe jî bi ya girtiyan ve girêdan, heya ku þoreþa wan jî here serî, ew dê alîkar bin û bitekoþin. Jixwe candar tev ma ne meriv bûn? Teyr, heywan, însan, gîha, dar û ber ma ne ji bingehekê hetibûn? Ev jiyana wan, a ya niha di demek pirr kevn de bi ya candarên dinê re ma ne girêdayî bû? Þêwe çawa be jî, candar û hebûna xwezayê tev meriv in. Ji ber vê yekê divê ku candar û bêcan tev li hev bibin xwedî. Jiyan bi hev re dê heja û giranbuha bibe, birûmet bibe. Ew jî dê bi ramana van mirovan pêk bê. Û bi rêberiya Serokê mezin, Serok Apo..! Firoke pirr Serok miraq dikir. Da ew jî here hinda wî, aqademiyê... Lê beriya her tiþtî divê mirov bi tekoþînê xwe liyaq bike. Revok ji berê jêhatîtir û bêtirs bûbû. Sorik jî wisa. E van xayînên weke Reþik û Belek jî ji xwe bi dûr xistibûn û cisnê xwe hînî jiyanek xweþ dikirin. Ma ji berê ve kevok ne hoste û sembola aþtiyê ne! Heya jiyaneke bêsînor û wekhev ew dê ji bo aþtiyê þerrbikin. Firoke qenc fêhm kiribû ku; ji þerrê jiyanê re cîh ne girîng e..!  Xetereya mirinê ya nefsî ya pêþîkêþ ku tune be, divê mirov koçber nebe û li warê xwe bitekoþe. Lê ku mirov mejbûr bibe koçber jî dibe, war diguhere, Mîna Hz.Mihemed. Lê tekoþînê qut nake, bi xurtî li welêt vedigere. Wek ku Serok ji Aqademiya rêheval Egît hêzê diafirînê û ber bi Kurdistanê ve bi rê dike ku roja azadiyê pêk bîne û bi serbilindî vegere. Li me dikeve ku em jî li warê xwe þerr bikin û gav bi gav azadiyê bînin. Divê ku em Amedê gav bi gav azad bikin û ji roja mezin re amade bikin. Welhasil qedera me û hevalên zindanê bû yek, heya ku em zindanê biþikînin.

Jiyana kevokan zehf xweþ bûbû. Jiyaneke bi pergal dest pê kiribû û li dijmin miqate bûn. Komikên xwe, komîteyên xwe ava kiribûn û ketibûn xizmeta zindanê û girtiyan, a dîlên þerr... Tev bi coþ û kêfxweþ bûn. Sorik digot, “divê ez tola çaran hilînim.” Sibe û êvar diciviyan û ji her tiþtî hevûdû agahdar dikirin, ji bo karên sibehê xwe amade dikirin. Di hefteyê de carekê jî li malbatên girtiya digeriyan û dibûn mêvan û behsa roja bîst û nehê gulanê dikirin: “Heval bê taqet in. Birçî. Ev sîh û çar roj in tiþtek ne xwarin e û ji 27’ê adarê vir de jî birçîbûna bidor didomand. Welhasil halê wan nexweþ e...Lê bîr û bawerî pirr xurt. Wê rojê dijmin li tevayê zindanê lêgerîn pêk anî. Bîst û neh hiþt paþiyê; ku hevalên birçîtiya bêsînor, li vira li vê qawîþê lewbazî didomand in. Li gorî pîlanên xwe digot: ‘Ez posteyên ewil rabikim, koçber bikim dê berxwedan biþikê.’ Qardiyan, leþker, polês bi jop û daran, darên stûr êrîþî girtiyan kirin. Postê ewil li hundir di nav livînan de mabûn. Jixwe bêtaqet bûn. Hevalên dinê li hewþê man. Heval, weke govendê ketibûn destê hev, hevûdû bernedidan. Bêrûmetê bijîþk ew nas dikirin. Yeko yeko ew þanî serleþker dikir. Bi darê kotekê heval ji hev qetandin. Heya ku gihandin temafîlê, rîngê, li hêwanê û derve bi jopan û daran li wan didan; li wan dixistin. Serî, rû, nav , dest, ling ku bi ber wan keta... Her aliyên wan tevî xwîn. Lê ne xem. Heval ji ya xwe danediketin. Tevan durûþme diqîrriyan. Wê çaxê mirov fêhm dikir ku bîr û bawerî û raman çiye? Serê xwe ji ber dijmin danetanîn. Nozdeh heval, yeko yeko bi lêdanê gihandin temafîlê û birin nexweþxanê, lê hevalan derman, dermanderî qebûl nekirin. Li wira jî bi lêdan dîsa rîng û Dîlok... Hevalan, îjar li zîndana Dîlokê dest bi rojiya mirinê kirin. Ji hal ketibûn, ji halekî ketibûn halekî dinê. Hestî w çerm mabûn, li ser lingan nedisekinîn. Piþtî sê rojan li zindana Dîlokê tevlî hevalên wê derê bûn. Lê bi birînên xedar... De werin li hember vê hovîtiyê nebin þoreþger. Tu benî rihm vê zilmê qebûl nake.” Axaftinên Firoke û hevalên wê malbatên girtiya pirr bihêz dikir, moral dida wan.

Þibaka hewþa sîh û pênca û panzdeha (hewþên wan yek bû. Qawîþ raserî hev in û bihejmaran tên nasîn; mîna 15, 27, 33 û hwh...) ji Firoke û Revok re bûbû war. Her dem li wira bûn û bi kêfxweþî, bi balkêþî li girtiyan dimeyizand in. Dîlan, mihrîcanên rojên fermî, werziþa beyanê, lîstika gokê, heya bi çûn û hatinê... Ýlim jî xweþiya êgir!

                                    X  X  X

Herê..! Gelo, mirov wê rojê çawa bîne ziman. Ma pênûs kare binivîse û wateya þehadetan derxe holê. Lewra ew can û rihê welatekî, jiyaneke bêkedxwarî û bêsînor dawerivandin mejiyên me, di nêrîna xwe de dipejiqandin... Sal 1996, 24’ê êlûnê... Weke stêrkan xwericîn. Mehmet ASLAN, Ridvan BULUT, Kadrî GÛMÛÞ, Cemal ÇAM, Ahmet ÇELÎK, Erkan PERÎÞAN, Nîmet ÇAKMAK, Edîp DÎREKÇÎ, Hakî TEKÎN û M.Sabrî GÛMÛÞ. Herê..! Rêhevalno, îro hûn tevlî Mazlûman bûne... Hûn li mala heq, em li ya derew in.

Rojek ji rojên Amedê. Dîsa Firoke li þibakê, þibaka panzdehan.... Nerîna rêheval Mehmet Aslan ketiya mejiyê wê, ji bîr nake, ji bîr nabe. Derketiye ber þibaka hêwanê(korîdor-malta), destê çepê li kêlekê û kenekî weke rojê li ser lêva wî, bi girtiyên Sîh û pêncan û Panzdehan re diaxive;

“Vê derbê neyta dijin xerab e. Lê bêminet e..!”

Roj Sêþem, piþtî nîvro. Girtî diçin hevdîtinê. Hevalê Mehmet û du rêhevalên din jî dertên cem bijîþk, hevdîtin a malbatan, a qawîþa Bîst û nehan e. Xirecirek hat guhên Firoke û bi balkêþ ber bi wir de firiya. Lê dîwar û derabeyên hesin ên zindanê nedihiþt ku qenc bibîne. Girtiyan dest bi durûþmeyan kirin. Lewra di hevdîtinê de, li ber deriyê Sîh û pêncan, qardiyan û hevalan guftegot kirine, qardiyanên qontra ji ewil de li benda maneyane jixwe. Tevde giregirên faþîst û hovên mezin wê rojê li Amedê ne(Serok-komar Demirel, Serokvezîr, Serleþker û hvd.), xwîn dixwestin, her ku gerîla roj dertanî û bilind dikir li Kurdistanê... Ji rojiya birçîbûnê jî birîna dijmin kûr e. Roma Reþ dîsa xwîna zelal dixwest, mîna Dêrsim, Zîlan û Helepçe... Tim û tim jî berê xwe dida yên destvala, bêçek, ên ku çeka wan dil û mejî ye. Ji aliyekî leþker, ji aliyên din jî polês û qardiyan; darbidest, jop, mertalên hesin û mîxferên pola, êrîþî sîh girtiyî kirin. Hevdîtar û hersê hevalên nexweþ li hêwanê ne. Gotin wan; “xwe bisipêrin, teslîm bibin. Li ber me çok bidin, bibêjin çîz!” Kîjan dîrokê nivîsiye ku kurd xwe bisipêre dijmin, dijminê hov... Girtiyan dest dan hev û durûþme qêrriyan. Tevayê zindanê dest bi durûþmeyan kir, dijmin jî çekên xwe þixulandin. Firoke vê gavê qawîþ bi qawîþ geriya û hin hevalên xwe þandin cem malbatan, gel civiya. Amed rabû ser piyan û herikîn hawirdorê zindanê. Lê dijminê hov li derve jî tevdîra xwe girtibû. Awaz û merþên girtiyan asîman dihejand. Ji Sîh û þeþan girtiyekî helbesta ‘Amed’ bi dengekî bilind xwend, rihê þehîdan û ilim jî yê rêheval Elî Temel þad kir. Got; “Ameeeeed, Amed... Em te ji kesî re nakin yar...” Bersiv ji Sîh û pêncan... “Em li Botan dibazin, endamê PKK’ê ne...” Þerr kî çi þerr... Li her derê agir dest pê kir. Girtiyan li hewþan agir kirin ku peyamê bidin gel. Dijminê hov jî lêdana mirinê didomand. Mejiyên þehîda belav bû li hêwanan, dîwar û erd tev de xwîn... Xatir xwestibûn ji bo tevlêbûna Ferhat û Xeyrî... Serî, çav, tiþtek bi wan nehiþtin. Girtiyên dinê destgirtî, bêçek û bêçare... Lê dîrok dizane ku ew ê dijmin çi di bedêlê de bide. Ev tev ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe. Girtiyan ev rewþa þehîdan û belavbûna mejî û xwîne xisitn mejiyên xwe, bi serê xwe ve, bi mejiyê xwe ve patin, kirin kîn û and ku xwesteka þehîdan bi cîh bînin, dê bêhnvenedin heya roja sor... Sekin dê tunebe heya hêviya mezin pêk bê, heya roja serkeftinê.

Cerda hov û moxolan

Êrîþkirin girtiyan

Tev biçek û darbidest

Bi mîxferên pola

Weke gurên har

Lê dil bitirs

Girtî dest vala

Bi dilên tazî

Tev bawerî û îman

Raman ew kirin pêlewan

Li hember çekan

Bijî S.... A..

Bijî P..

Bijî K........

Serî dan

Xwe nesipartin dijmin

Hebûnê þerm kir / Asîman çirriya

Ji ber vê hovîtiyê

Û

Berxwedana van lehengan

Mirinê xwesipart

Ezraîl got, “Eferîn” / “Destê min biþlikê”

Serîrakir

Û

Roj giriya..!

Ewrên tarî belav bûn, roj qulipî ya din rojê. Deh þehîd. Girtiyên dinê bi birînên giran koçberî zindana Dîlokê. Kevokan jî þehîdek da. Di berxwedana 24’ê Êlûnê de Sorik xwe avêt agirê hewþa Bîst û nehan... Ew der hewþa Sîh û siseyan, warê çaran bû! Xwe gihand çaran, silav de hijdê gulanê, bû mêvanê Ferhat, sozê xwe bi cîh anî. Hêstir ji çavên girtiyan bariya, digotin; “Herê... Doza me kevir û kuçik jî anîn ziman.” Û silav didan kevokan, ji wan re jî digotin, “Sebrê bikiþînin, heya Welatê Rojê û Zarokên Agir azad bibin...”

Piþtî vê bûyerê yên qels û rêhevalên þoreþê bûn du beþan her kesî xwe dan aliyê xwe û hinekan jî xwe avêti erdê, mexel hatin. Þerr hevalbendî jî xurt kir. Qels û çirûk diketin erdê yên pola dimeþiyan. Rewþ hate nirxandin. Firoke mabû ecêmayê, “Em çûk bi xwe dozê fêhm dikin... Serok rih dide keviran, dimeþîne... Ev çawa mehlûq in, fêhm nakin. Wey li aql’e wan, wey li halê wan...”

Erê zindana Amedê, te çi dît û çi nedît. Dîroka te dê bê nivîsandin. Lê çiqas hunermend be jî nivîskar ew dê kêm be ew nivîs. Derdên ku têne kiþandin, têne jiyandin bi gotin û nivîsan fêhm nabe. Lê azadî heja ye! Bêje gelê kurd, te çi kiþand..! Bêje kurdo, te çi derd kiþand..! Amed dilê Kurdistanê, dlê Amed jî zindan... Dilê Kurdistanê zindan... Roja ku biþikê zindan –ew roj ne dûr e-, jiyana xweþ, azad û li gorî mirovahî dê li dar keve, wê çaxê ev derd dê tev bibin bîranîneke heja û dê tîrêjê bide her alî... Heya govenda mezin! Ne xwezil bi dilê pêrçêmikan.

X  X  X

Firoke weke agir dixebitî, lê melûl... “Divê ez pirr bitekoþim, xwe xurt bikim û amade bikim ku Serok hat Amedê, roja serkeftinê, serê min bilind û dilê min xurt be... Sêwirandina wê rojê bi xwe mirov dicoþîne.”  Bi hênekahiya sibehê xwe berda asîmanê Amedê... Dengên xweþ, weke straneke dirêj, ji aliyê çiyê ber bi guhên wê ve dihat. Hengama bazaran jî weke þerrê rojê... Zarokên þêrînfiroþ çav dikirin hev, kenê xwe bi polêsên dijmin dikirin. “Zarokên Çîlerê! Dîsa balafireke we ketiye...” Herdu tiliyên wan bilind, silav didan Firokê...

         Þerrê azadiyê pirr û pirr xweþ e, mirov xweþik dike. Yên ku fêhm bikin.

15 Pûþper 1997


***

 

Nivîsa eleqedar:

- BERXWEDANA 24’Ê ÊLÛNÊ 


Hûn dikarin li van jî binêrin

Wê gaza kurdan bikare ji bo Ewropayê cihê Rusyayê bigire?

Wê gaza kurdan bikare ji bo Ewropayê...

03 02 2023

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft...

31 01 2023

Em xwe nû dikin

Em xwe nû dikin

30 01 2023

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal

Gelemþeya Binavkirinê Wêjeya...

26 01 2023

Ev jî hene

Bi hêviya ku wê êdî hêstirên dayikan nerijin

Bi hêviya ku wê êdî hêstirên dayikan nerijin

09 09 2010

Firat: Demîrtaþ derî vekira, dê ew bihata bikuþtin

Firat: Demîrtaþ derî vekira, dê ew bihata bikuþtin

31 05 2015

Huner û  Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

Huner û Ziman: Li ser lîstika “Lewheyên Bêmane” çend gotin

08 06 2009

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Li ser 'Þeþaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

31 01 2023

Gotinên Vedat Turkalî ên li ser kurdan

Gotinên Vedat Turkalî ên li ser kurdan

06 09 2016

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname