Diyarname
2'yemîn Festîvala Fîlma ya Navneteweyî ya Behra Wanê îsal bi diruşma "Bi zimanê aştiyê, ji bo aştiyê" li dar dikeve.
Festîvala Fîlma ya Navneteweyî ya Behra Wanê par dest pê kiribû û îsal careke din dê 1'ê meha pêşiya me deriyên xwe ji bo mêvanan veke.
Armanca festîvalê ew e ku li Wanê xebatên hunerî pêşkêş bike û piştgiriyê bide bihara aştiyê, loma jî diruşma îsal wekî "Bi zimanê aştiyê, ji bo aştiyê" diyar kirine.
Di çarçoveya festÎvalê de dê xelata "Încî Kefalî" jî bê dayîn. îsal serokê juriya festîvalê Vecdi Sayar e.
Festîval dê bi merasimekê li dar bikeve û li gor agahiyên berpirsên festîvalê sopranoya kurd Pervin Çakar bi dengê xwe û Nazê Îşxan jî bi piyanoya xwe dê di şevê de cih bigire.
Di çarçoveya festîvalê de ji bilî nîşandayîna fîlman, vekirina pêşangeha wêneyan, gera li cihên dîrokî yên Wanê, her wiha dê atolye û semîner jî li dar bikeve.
Ji bo agahiyên firehtir:
http://www.vangolufilmfest.org/


