Diyarname
Real Madrid û Barselona îro li Madridê hatin hemberî hev. Barselonayê maç bi 3-2'yan bi dest xist. Piştî maçê li Hewlêrê hezkiriyên Barselonayê derketin kuçeyan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Ligel ku ewlehiya Hewlêrê teqandina guleyan qedexe kiribû jî di vê pîrozbahiyê de alîgirên Barselonayê gule bera hewayê dan. Di vê nîvê şevê de li gor agahiyên ku tên di vê pîrozbahiyê û di encama guleberdanê de 3 kes birîndar bûne. Agahiya birîndaran di tora civakî twîttirê de hatin belavkirin.
Di maçê de Madrid bi gola Casemiro (deqîqe 28) 1-0 derket pêş, Barselonayê bi Lionel Messi (dq 33) bersiv da. Di deqîqeya 73'yan de Barselona bi Ivan Rakitic derket pêş, Madridê bi James Rodriguez (dq 86) bersiv da lê gotina dawî di deqîqeya 90+2 de Messi got û Barselona ji sehayê bi 3-2 bi ser ket. Bi vê encamê Barselona jî pûanên xwe gihandin Read Madridê û bi 75 pûnana, bi avarajê bû lîder. Di rêza duyemîn de Madrid bi 75 pûanna, di rêza sêyemîn de Atletico Madrid heye ku pûanên wê 68 in.
Di Lîga Prîmera ya Spanyayê de maçên hefteya 33'yan hatin lîstin, 5 hefte mane lîg bi dawî bibe. Hê lîg xilas nebûye û hê tu tîm nebûye şampiyon lê li Hewlêrê derketine kuçeyan û pîrozbahiyê dikin; bi ser de jî hev birîndar dikin.


