HEWLÊR
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl piştî pêşmergeyên YNK'ê yên berê bi daxuyaniyekê gotin, "Ger pêwîst be em dê çekên xwe hildin û biçin alîkariya Rojava" peyameke weşand. Xelîl ligel kêfxweşiya xwe, spasiyên xwe pêşkêşî pêşmergeyan kir.
Piştî ku li rojavayê Kurdistanê şerê di navbera çeteyên El Nusra û hêzên YPG'ê de her diçe dijwar dibe û ev çete kurdan di şer de wekî mertalên zindî bikar tîne, nerazîbûnên li hemberî wan û piştgiriya ji bo YPG'ê jî her diçe bilind dibe.
Li başûrê Kurdistanê, duh pêşmergeyên berê ên Yekîtiya Niştîmanê Kurdistan (YNK) bi daxuyaniyeke piştgiriya xwe ya ji bo YPG'ê diyar kiribûn û gotibûn: “Em hemû pêşmergeyên berê yên YNK’ê bi çekên xwe ve ji bo piştgiriya berxwedana rojavayê Kurdistanê amede ne. Em dixwazin li hemberî wan komên çekdarên çete yên ku xwîna kurdan dirijînin rawestin û rê nedin wan ku êrîşên hovane li hember kurdan pêk bînin."
Li ser vê piştgiriya pêşmergeyên berê, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl bi daxuyaniyeke kêfxweşî û spasiyên xwe anî ziman. Xelîl wiha got: “Em van hestên netewî yên pêşmergeyên berê yên YNK’ê û gelê xwe bi rêzdarî silav dikin. Ev hestên gelê me ji bo me bûne kêfxweşî û hêzek mezin. Em dizanîn ku gelê me yê parçeyên din ên Kurdistanê jî bi me re ne û vê hesta wan, ji dil û can silav dikin


