Diyarname
Midûrê Nûçeyan ê Enqereyê yê rojnameya Radîkalê Omer Şahîn, ji bo bi Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Edaletê da.
Dawiya hefteya borî di hevdîtina xwe ya bi heyeta BDP'ê re Ocalan xwestibû ku bi çapemeniyê re bê cem hev û bi vî awayî fikrên xwe ragihîne.
Piştî vê daxuyaniyê hin rojnamegeran daxwaza hevdîtinê kir. Midûrê Nûçeyan yê Enqereyê yê rojnameya Radîkal Omer Şahîn serî li Wezareta Edelatê da. Şahîn di hesaba xwe ya twîtterê de ragihand ku, “Ji bo li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan pêk bînim min serlêdana fermî kir.”
Şahîn berî vê li girtîgehê bi destûra Wezareta Edaletê bi Mustefa Balbay, Buşra Ersanli, Mehmet Agar û Mahmût Unlu re hevdîtin pêkanî bû.
Rojnameger Hasan Cemal jî duh daxuyanî dabû ANF'ê û gotibû ku dixwaze bi Ocalan hevdîtinê pêk bîne.


