Diyarname
Van deman konser, lîstikên ÅŸanoyê, bernameyên çalakiyên yên bi kurdî têne qedexe kirin. 12 saziyên ku li ser kurdî xebatê dikin li ser van qedexeyan daxuyaniyeke belav kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ku hat belavkirin de wisa hatiye gotin, “Ziman bingeha neteweyekê ye. Hebûna neteweyekê girêdayî hebûna zimanê wê ye. Ji ber ku dewlet dixwaze kurdan asîmîle bike, êrîÅŸî zimanê kurdî dike. Wexta ku çalakiyek bi zimanê kurdî dibe, tê qedexekirin; wexta ku kesek li bajarekî rojavayê Tirkiyeyê bi kurdî xeber dide, rastî êriÅŸan tê. Van rojên dawîn çalakiya bi navê “Çîrokên Xoresanê” ku dê ji hêla Navenda Çanda Mezopotamyayê ve di 17ê Hezîranê de li navendeke çandê ya Åžaredariya Mezin a Stenbolê bihata lidarxistin, bê ku tu sedemek were nîÅŸandan, ji hêla qaymeqamiyê ve hate qedexekirin. Du roj piÅŸtî vê qedexekirinê di 19ê Hezîranê de ÅŸanoya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ji hêla Qaymeqamiya Tetwanê ve bê ku tu sedemek were nîÅŸandan, hate qedexekirin. Tevî van qedexekirinan, di 21ê Hezîranê de hin kesan li bajarê Trabzonê êriÅŸî karkerên kurd kiriye bi hinceta ku li stranên kurdî guhdar kirine.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi destê qaymeqamî û qeyûman êrîÅŸî zimanê kurdî dikin û qada kurdî ya heyî jî tengtir dikin û wiha hat gotin, “Ev êrîÅŸên ku li kurdî tên kirin parçeyekî polîtîkayên asîmîlasyon û krîmînalîzekirina zimanê kurdî ye. Di asta navneteweyî de ev cure polîtîka wek qirkirina zimanî û çandî tên binavkirin. Bi awayekî berdewam li hember zimanê kurdî polîtîkayên bi vî rengî têne cîbicîkirin. Ev polîtîkayên wiha li tu welatekî bi ser neketine, ew ê li hemberî zimanê kurdî jî bi ser nekevin. Qedexekirin û krîmînalîzekirina zimanekî aÅŸtiya nav civakê xera dike, hebûna demokrasiyê û çanda hevqebûlkirinê ji holê radike. Divê dest ji van polîtîkayan bê berdan. Em wek saziyên ku li ser zimanê kurdî xebatan dikin, em van êriÅŸan ÅŸermezar dikin û destnîÅŸan dikin ku tekane rê ji bo pêÅŸîgirtina li êriÅŸên bi vî rengî û pûçkirina wan ew e ku em xwedî li zimanê kurdî derkevin û her doza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin.”
Saziyên ku daxuyanî belav kirine ev in:
Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
Kovara Destar – Amed
***
Nûçeya Eleqedar:
- Di 3 salan de konserên ku hatine qedexekirin
- Lîstikên kurdî yên ku hatine qedexekirin
- Qeymeqamî çalakiya NÇM'ê qedexe kir
- Qeymeqamiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir