Diyarname
Rojnameya Rûdawê ku bi îdîaya weşaneke serbixwe derdikeve dest bi weşanê kiribû derket holê ku bi piştgiriya hikumeta başûrê Kurdistanê weşanê dike. Hat gotin ku hikumet mehê 106 mîlyon dînar (li dor 91 hezar dolar) pere dide Rûdawê.
Yek ji berpirsên rojname û televîzyona Rûdawê Rebiwar Kerîm Welî ji bo kovara Honayai axivî û got ku Hikumeta Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo rojnameya Rûdawê mehê 106 mîlyon dînar veqetandiye û got: "Pereyên Rûdawê ne pereyên bavên me ne, aîdê hinên din in."
Dema rojnameya Rûdawê dest bi weşanê kiribû îdîa kiribû ku rojnameyeke serbixwe û bêalî ye, piştî demekê reaksiyonên ku girêdayî PDK'ê ye bilind bûbûn.
Di nûçeyeke ku berî televîzyona Rûdaw dest bi weşanê bike de nûçeyeke di rojnameya Awene (5 avrêl) derketibû û di nûçeyê de wisa hatibû gotin: Bi fermana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hawranî bêyî biryara parlemenê hebe 35 mîlyon dolar ji bo şîrketa Rûdawê veqetandiye.
Nûçe ji ANF'ê hatiye girtin