Diyarname
Hikumeta AKP'ê di dema "Pêvajoya Çareseri"yê de meseleya betalkirina pergala cerdevaniyê nîqaÅŸ dikir, niha pêvajo "kete sarincê" û mesele guherî. Wezîrê Karên Hundir ê Hikumeta Hilbijartinê ku ji bilî du wezîran hemû wezîr û Serokwezîrî di destê AKP'ê de ye eÅŸkere kir ku dê 5 hezar kesên din bikin cerdevanên demî yê gundan. Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok ev mesele eÅŸkere kir û got: "Emê birên xwe yên ciwan bixin dêvla kadroyên ku ji ber malniÅŸînî vala bûn. Ez wekî mizginîyekê vê ji bo birên xwe yên ku dixwazin bibin cerdevan re pêÅŸkêÅŸ dikim."
Pergala cerdevanî di sala 1985'an de hate çêkirin. Kurd ji cerdevanên re dibêjin "CehÅŸ" û qîmetê nadin wan. Di van salên dawî de hin cerdevanan dest ji cerdevanî berda û ketin ava tevgera kurd.
Niha li dor 60 hezar hebî cerdevan hene. Hikumeta ku meseleya betalkirina vê pergalê nîqaÅŸ dikin niha dest ji wê berdaye û 5 hezarek din li vê hejmarê zêde dike.