Beşa duyemîn ya vê nivîsa berê roja konferensa Abandiyen li Hewlêrê bigihîje encamê, hatibû nivisandin. Min dû re bi dêhneke kûr li encama vê civînê nêrî, tu tiştekî bala mirovan bikişîne nebû. Li gor rêzdar A. Balî konferens bê encamname belav bûye, ku rêzdar bi xwe jî ji cihê konferensê radigihîne. Rêzdar wiha dinivîse:
“Abantê di dawiya her civînek xwe de ‘Daxuyaniya Dawî’ diweşand û nixteyên girîng yên civîna xwe û pêşniyazên xwe ve ji raya giştî re dida xuyanî kirin. Lê çi mixabin civîna bi daxwazên xweşbînî destpêkirî, bi bê ‘Daxuyaniya Dawî’ tewaw bû.”
Hin malperên bi giranî rastiyan baş dinuxumînin û çewtiyan wekî rastî derdixin pêş jî, bi navê encamnameyê hin tişt weşandin. Çiqas têkiliya wê û rastiyê heye, ez nizanim. Ji xwe di encamnameya wan de jî tiştekî balkêş nîn e.
Hin malperên bi kurdî û qaşo kurd ku hêviya xwe bi fetullahiyan û rojnameya wan “Zaman”ê ve girê dane jî, ji bo xatirê fetullayî û peyayên wan ên di nav hêzên ewlekariya Tirkiyê de, yan jî ji bo xatirê parsek rantê li gel xulamên axê radiwestin, hem êrîşê DTP, PKK ê û kesên li gor wan nêzê van tevgeran e dikin. Hem jî ji ber ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî girîng nediye û tevî vê konferansê nebûye, bi tundî rexne dikin. Gelo wê xulam biçe, wê qehremaniya wan ji axayê xwe re bibêje, yan na, ne xuyaye! Eh kêfa xulamê axê û çewalê mewîjan!
Nivîs û nirxandinên rojnameyan û rewşenbîrên tirk jî, bi giranî tehlîlên mîsyonerên ewropî yên destpêka sedsala bîstan û şovenîzma wan tîne bîra mirovan. Çawa ku ji serkarên xwe re bibêjin: “Mirov dikane bi çend gotinên xweş wan daqulîne. Ev jî hinek dilê mirovan li hev dixe û verişiya mirovan tîne. Çend mînak:
“Tirs, nependîbûn û nexuyabûn, xwe diguherîne neewleyî û nebaweriyê. Nexşeya ‘Serkariya Herêma Kurdistanê’ ya ku di odeya waliyê Suleymaniyê de daliqandî bû, ji bo vê rastiyê belgeyek berçavî ye…” Mumtaz Turkone / Zaman
“Her çendî nexşeya Kurdistana mezin wekî xeyalekê dîwarên wan bixemilîne jî, rûyê wan tenê li Tirkiyê dinêre!...” Adem Yavûz Arslan / Bugün
Cengîz Çandar jî li ser peyvên “Bakurê Iraqê, Iraqa Bakur” û peyva “Kurdistanê” radiweste. Çawa pendan li me bike û ji me re bibêje; “Sebir bikin, ta ku padîşahên me yên li Enqereyê tenezûlê xwe bikin û carek ji caran ‘Kurdistan’ bibêjin.”
Roja yekem profesorek wan ji ber ku nexşeya Kurdistanê dibîne, xwîna wî wekî boxeyê sor dîtiye, hildikişe serê wî û bi formeke veşare kurdan tehdît dike. Bi kurtî wiha dibêje: “Li vir nexşeyeke Kurdistana mezin heye, ev ji bo hinekan xewn û ji bo hinekan jî wekî kabûs e. Divê her kes xwe û rastiyan birûberîne!...”
Gava mirov nirxandinan bi giştî di ber çavan re derbas dike, dibîne ku ew li çareseriyek derê vîna kurdistaniyan ku bêguman di bin kontrola xwe de digerin. Xwe aqilmend dibînin û me jî hîna wekî kurdên destpêka sedsala bîstan dinirxînin. Ev jî di xwezaya xwe de şovenîzma serdestî û biçûkdîtina gelê bindest dihewîne. Ji wê:
Nirxandinek li ser Abant û Hewlêrê
Gelo Abant û Hewlêr nêzîkê hev in? Abant navê deryaçeyekî ye, ma li Hewlêrê jî deryaçe heye? Di warê erdnîgariyê de çi şibandin û têkiliya wan heye? Abant di nava dar û daristanan de rengên şîn û kesk wergirtiye. Hewlêr di bin tava havînê de zip û ziwa. Abanta li qeraxê Derya Reş wargeh û havîngeha serkarên xwînxwar e. Hewlêr çawa di nav strana mîtolojîk ya Hozanê nemir Serhed de jî olan dide, bi şîn û şîwanê gihîşt van rojan. Gelo yekîtiya dijberan ev e? Yan balindeyeke siyasî perê xwe li ba kir, bi baweşîna perikan xetekê afirand? Nebe ev balindeyê siyasî ji Waşîngtonê firyabe û bi peykeke asûmanan xeta Abant û Hewlêrê bi hev ve girê dabe? Lewma Enqere bêdeng, Bexda bêdeng e!
Wê koma li Abantê betlana xwe derbas kiribû, ku ji wê, ew nav li wan ma. Bi awayeke bê heya xwestibûn li Amedê jî çayek bê bêşdariya amediyan vexwin. Lê çayxaneya bê malxwê derî girtîbû. Sûrên Amedê jî ji rengên wan qehirîbû, rê neda. Yên ku Bedenên Amedê nebîne, dikane tenê bi Keleha Hewlêrê hesreta dîrokî bitêrîne? Ma heta mirov di navbera Hewlêr û Amed de xiyabana yekîtiyê veneke, rê dikane biçe Abantê?
Gelo têkiliyên gelan û dewletan li ser xeta terîqetan dikemile? Kîjan gelên xwedî dewlet li ser xeta vê terîqeta tirkihez bi têkiliyên xwe û Tirkiyê şabûye? Rûsyayê varyozek bi weş lêda û xeta Gulen qedexe kir, têkiliya wan û Tirkiyê xira bû? Niha em rabin li Amedê bi “Şahîdên Yahova û Santolojî” re têkilî deynin, dibistan û zanîngehên wan reşbînan bidin vekirin, konferensan bi tevê wan li dar bixin, têkiliya me û serkariya Amêrîkayê xurt dibe? Yan em tenê hestên xwe yên bi aram bi xewneroşkan ditêrînin û bi wan bextewar dibin? Gelo bi vebûna zanîngeheke terîqetê, bi konferensekê li ser daxwaziya terîqetê, dostanî dikane di sîtila çil qulpî de bikele?
Di vê konferensa qaşo bûye bingeha çîrokên têkiliyan de rola dewleta tirk çi ye? Yan bi alavêre û dalavêre dîsa dahola xwe lêdixin? Bi fermî beyaneke wan heye? Awaza wan ya ne fermî bêhnekê çawa dide. Bêhna hestekî mirovî jê tê, yan rovîtiya osmanî? Sefîrê Mûsilê bi navê dewletê hatibû, yan bi navê tarîqatê? Gelo musteşarên Wezareta Karên Derve derketibûn betlanê, yan bê xew bûn, nikanîbûn bihatana?
Ma çima di çardeh û panzdehê vê reşemehê de û berê hilbijartinan ev konferens? Çima ew mêrikê berendamê AKPê yê Şaredariya Amedê hat vexwendin, lê Osman Baydemîr nehat vexwendin? Dibe ku çareseriyek bê kurdên xwedî vîn bixwazin? Yan ev jî tenê razandineke hilbijartinê bû?
Hîna bêhna qurşdayîna Davosê neçikiyabû, hêzên ewlekariyê yên Erdoganê dijmirovî li Batman û hin navçeyan dîsa bi xwînxwarî êrîşên jin û zarokan kirin. Ma ev jî ji bo xatirê dostaniya nava gelan bû? Yan ji bo bi xurtî pêkhatina vê konferensê bû?
Abdullah Gul Serokomarê Tirkiyê ye, yan Fetullah Gulen? Fetullah Gulen peyam bi navê Gul, bi navê dewleta tirk, yan bi navê CIA, bi navê kê şandibû? Fetullah Gulen ê anora wî ya tirkayetî destnedabû ku ew biçe Saîdê Kurdî ziyaret bike. Di vê peyamê de jî anora wî ya tirkayetî dest nedabû ku peyvên kurd û Kurdistanê bikarbîne. Navê Kurdistanê kir “Wê coxrafyayê!” Ji serkariya başûrê Kurdistanê re jî “rêveberên herêmê” gotibû. Çi dostek paye berz? Navekî din li me û welatê me dike. Gelo projeya îslamiya nerm ya DYA bi destê Fetullah Gulen ê bi anora tirkayetî tê meşandin?
Gava ev kom, li Abantê derketibû betlanê û henekên xwe bi me dikir. Gelek kes, komik û malperan ji wan re stranên dijûn û reşkirinê distiran. Niha jî nûnêrên wan li wê salonê pal dane, awazên pozbilindên di bin kurkên terîqetê de guhdarî dikin. Malparên wan bi şermokî nûçeyên erênî yên vê şanoya şevşevokan diweşînin. Gelo ev, ji hestên dijberiya Tevgera Azadî tê, yan jî ji ber ku rengê kurd yê li Hewlêrê destûr daye vê şanoyê, tê? Niha em kîjan stranê li ser vê malxirabiyê bistirên?
Ma di neveroka axaftina wan de tu nûveyên mirovî hene? Dibêjin wan jî gotine tirk, ereb, laz, kurd ferq nake, em giş tirk, bibexşînin misilman in. Gava Komara Yahove ava bibe, pardon yanê Komara Gulen ava bibe, wê dengbêjên CIA ji kurdan re jî, straneke bi meqamê Xumeynî bibêje, bi wijdana hizbilahê tirk bide reqisandin. Gelo ev me hê wekî kurdên sedsal berê dihesibînin? Ma destûr dayîn û rê ji van ecûc û mecûcan re vekirin jî, bi serê xwe ne tewanbariyeke mezin e?
Jiyan bi giştî li ser pirseşanan avabûye. Min jî xwest ez bi van pirseşanan fêrî hin tiştan bibim. Hêviya min ew e, xwendevanên me jî ji min re bibin alîkar, hin pirseşanên din li van pirsan zêde bikin ku em bikanin bi giştî li bersivan bigerin, da ku rastî ji me nexeyide. Tîrêjên pêşerojeke azad bikane li pêş me her û her biçirûse.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


