logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Hemû agahiyên der barê 'êrîşa' li ser Balafirgeha Silêmanî de

  • Dîrok: 07/04/2023
  • Beş: Nûçe


ÊRÎŞA LI SER BALAFIRGEHA SILÊMANÎ
AGAHIYÊN
 8'Ê MEHÊ:

 

- Berpirsê Ragihandina HSD'ê Şamî: Heta selametî çêbû dûre me agahî dan 

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî li ser malpera wan ev agahî dan: “Di çarçoveya berpirsyariyên ewlehiyê yên asta jor de û girêdayî selameta Fermandariya hêzên me, Navenda Ragihandina HSD'ê agahiyên der barê êrîşa Tirkiye ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ku dema Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî li wir bû pêk hat sînordar kir. Heta ku Fermandarê Giştî bi awayekî ewle gihîşt heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrîşê de tu ziyanên canî çênebû. Der barê hurguliyên êrîşê de dê hêzên me di dema pêş de daxuyaniyeke berfireh belav bike.”

*

- Serokomarê Iraqê li ser êrîşa ser balafirgehê daxuyanî da 

Serokomarê Iraqê Latif Reşîd li ser êrîşa li ser Balafirgeha Navdewmetî ya Silêmanî daxuyanî belav kir û bang li Tirkiyeyê kir ku lêborînê bixwaze.

* 

- Ebdî li ser êrîşa li ser Balafirgeha Silêmanî daxuyanî belav kir

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser êrîşa hewayî ya li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmanî peyamek belav kir. Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê wisa got: "Em êrîşa ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyeyê dewam dikin û bandorên wê yên xeternak li ser herêmê hene.”

Ebdî li ser têkiliya wan ligel YNK'ê re jî got: “Em têkiliyên xwe yên destpêkê yên bi bira û hevkarên xwe yên li Silêmaniyê re dewam bikin. Em di eniyekê de li dijî van binpêkirinan in."

*

- Rêveberiya Xweser êrîş şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser balafirgehê şermezar kir û got ku divê helwestên zelal ên hemû hêzên Iraqê û başûrê Kurdistanê yên li hemberî vê êrîşê hebin.

 

* * * * 

 

7'ê mehe hat gotin ku êrîşek li hemberî Balafirgeha Silêmanî çêbûye. Paşê tiştên din hatin gotin. Me hemû agahî dan hev. Fermo em ji serî dest pê bikin:

- 3'ê vê mehê Tirkiyeyê seferên ji bo bajarê Silêmanî dan rawestandin. Di serî de ji Almanya seferên ji Ewropayê bi ser Stenbola Tirkiyeyê diçûn Silêmanî jî hatin rawestandin.

'ÊRÎŞA HEWAYÎ'

- 7'ê mehê hat gotin ku êrîşeke hewayî li hemberî Balafirgeha Silêmanî çêbûye. Asayîşa Silêmanî jî qala teqînek kir.

- Îdîa ew bû ku dronên Tirkiyeyê yên bê mirov êrîş çêkirine, lê ev yek zelal nebû.

RAYERADARÊ BALAFIRGEHÊ AXIVÎ

- Ji Navenda Ragihandin û Pêwendiyan yê Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed gotiye, "Em red dikin ku êrîşek bi dronê çêbûye. Balefirgeha Silêmaniyê nehatiye bombebarankirin, tu teqînek çênebûye.

- Berdevkê Parastina Şaristaniya Silêmaniyê ragihandiye ku li nêzîkî balafirgehê agir bi pûş û giyayên hişk ên derdora çemek ketiye, lê ji bilî vê li herêmê û li balefirgehê tu bûyerek din çênebûye.

GELO MAZLÛM EBDÎ LI WIR BÛ?

- Hin çapemenî ragihandin ku êrîş li hemberî konvoya Serfermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî hatiye kirin.

- Rojnameya The Wall Street Journal li ser vê nûçeyek belav kir. Nûçe bi sernavê 'Li Iraqê bi dronê êrîşe rêberê kurd ê ji Sûriyeyê ku mutefîkê DYA'yê ye kirine' weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku leşkerên DYA'yê jî di konvoyê de hebûn, lê kes birîndar nebûye. 

HSD: EV NÛÇE NE RAST IN

- HSD'ê li ser bûyerê daxuyanî da, "Hemû nûçeyên ku îdîa dikin ku Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mazlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armancgirtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li hember hinek hêzên başûrê Kurdistanê tên kirin."

TEVGERA AZADÎ BÛYER ŞERMEZAR KIR

- Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li ser êrîşê daxuyanî belav kir, ev yek wekî karekî dijminane bi nav kir û got: “Siyaseta girêdayî dagirkeran jî wekî siyaseta talanker a neftê mehkûmê têkçûnê ye. Daxwazê ji gel û hêzên siyasî jî dikin ji bo têkçûna xeyalên dagirkeran û nokeran têbikoşin.”

WEHAB HELEBÇEYÎ AXIVÎ

- Berpirsê Giştî yê Hêza Dijeterorê Wehab Helebçeyî wisa gotiye: “Êrîşa Silêmaniyê ji ber helwesta wê ya netewî ye, tiştek ku em vêşerin nîn e, lê madalyaya rûmetê ye û emê li xwe bikin. Wekî ku Serok Mam Celal digot, alîkariya parçeyên din yên Kurdistanê sûcdariyeke ku em red nakin û ji bo me rûmetek e.”

BAFIL TALABANÎ AXIVÎ

- Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di derbarê êrîşa ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir: “Em êrîşa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê û hewldana sterîl ên xizmetkarên biyaniyan ku armanc têkbirina ewlehiya sînorê Silêmaniyê ye, bi tundî şermezar dikin.”

BERDEVKÊ HIKUMETÊ KURDISTANÊ ADIL AXIVÎ

- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe Cotyar Adil daxuyaniyeke wisa da: “Em xemgîniya xwe ji bo êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê nîşan didin. Ev rewşa metirsîdar di encama dagirkirina sazî û dezgehên hikumetê de û bikaranîna ji bo karên ne yasayî derketiye.”

QUBAD TALABANÎ BERSIVA ADIL DA

- Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi tundî êrîşa li ser balafirgehê şermezar kir û got: “Hedef girtina balafirgehek sivîl ne tenê binpêkirina serweriya Iraqê ye, bilindbûnek metirsîdar e li ser jiyana welatiyên kurd. Cotyar Adil ne berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, tenê di hikûmetê de nûneriya hizbekê dike. Ji ber wê nikare li ser navê hemû hikûmetê gotinan bike û em daxuyaniya wî şermezar dikîn.”

SEROKA PARLEMENA KURDISTANÊ AXIVÎ

- Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq wisa got: “Wekî çawa hemû êrîşên ji beriya niha li ser Balafirgeha Hewlêrê hatin kirin ne rewa bûn, tu hincetek ji bo êrîşa ne rewa ya ser Balafirgeha sivîl ya Silêmaniyê jî nîn e. Hikûmet mecbûr e li hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi heman pîvanan tevbigere. Vê êrîşê û her kesê ku vê êrîşê rewa dibîne, şermezar dikîn.”

 

***

 

(Roja 7'ê mehê ev nûçe hate amadekirin û di amadekirina vê nûçeyê de me ji ajansên Rojnews, ANHA, Rûdaw, WSJ'ê sûde wergirtiye.
8'ê mehê agahiyên ku hatin me lê zêde kirin û her ku tiştên nû bên emê lê zêde bikin)

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

news
  • 08 09 2026

Dr. Selçuk Mizrakli ji girtîgehê derket: Gavên demokratîk divên

news
  • 08 09 2026

Karwana duyem: 689 malbatên Serêkaniyê dest bi vegerê kirin

news
  • 07 09 2026

Bi çek êrîşê komeleya kurdî kirin, kesek hat binçavkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Artêşa Sûriyê gundê kurdan da ber bombeyan

ad

RTUK cezayê li televîzyonan dibarîne

ad

Batman Petrol Spor bû şampiyon

ad

Hozan Comerd li Stenbolê hat binçavkirin

ad

Fethî Nacî jiyana xwe ji dest da

ad

Ji sporê îro çend nûçeyên derketine pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname