Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurd û Kurmancî bi dawî bû û fîlmên ku bi ser ketin hatin eşkere kirin. “Êdî Bêyî Tirs”, “QWX”, “Hişê Zarok” û “Li Malê” bi ser ketin.
1’emîn Festîvala Kurt û Kurmancî par li dar ketibûn, fîlmên ku hatibûn şandin ji nav wan neqandineke hatibû kirin û ew fîlm di navbera 10’ê rêbendanên û 10’ê reşemiyê de bi ser malpera wan re hatin nîşandayîn. Temaşevanan deng dan kurtefîlmên ku hemû yek deqîqeyî bûn.
Heta dawî bi temamîn 8.641 deng hatin dayîn. Di encamên de herî zêde fîlmê Ridwan Diharo ê bi navê “Êdî Bêyî Tirs” deng girtin: 2017. Fîlm bi Xelata Sînemaya Amûdê hat xelatkirin.
“Xelata Taha Karîmî* dan fîllmê Nurullah Akcan ê bi navê “QWX” ku vî kurtewfîlmî 1949 deng girtibûn.
“Xelata Xelîl Dag” dan kurtefîlmê Firat Yavuz ê bi navê “Hişê Zarok* ku kurtefîlmî 1714 deng girtin. Û “Xelata Taybet a Kurdistanî” jî dan fîlmê Xelîl Akgul ê bi navê *Li Malê” ku kurtefîlmê 1358 deng girtin.
Amadekarên festîvalê sipasiya her kesê kurtefîlm temaşe kirine û deng dane û her wiha sipasiya sponsorên xwe jî kir.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Festîvala Kurtefîlman: Kîjan kurtefîlm zêde hatiye temaşekirin?
- Kurtefîlmên Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî hatin neqandin


