Diyarname
Kovara wêjeyî û çandî Dîwar di hejmara xwe ya nû de li ser "Rewşa zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê Sûriyê" disekine.
Kovara Dîwar ku kovareke mehane ye, meha borî bi hejmara xwe ya yekemîn dest bi weşanê kiribû, niha hejmara xwe ya duyemîn derxist. Kovara wêjeyî û çandî Dîwar di her hejmarê de mijareke wekî "Mijara Sereke" diyar dike û bi berfirehî li ser disekine. Kovarê di vê hejmar xwe de mijara xwe ya sereke li ser "Rewşa zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê Sûriyê" saz kiriye. Ji Qamişlo, Dirbesiyê, Amûdê û deverên din ên Rojava ji bo Dîwar kesên wekî Anahîta Şêxê, Hindirîn Hindê, Xoşman Qado, Hekîm Sefkan, Abbas Abbas û Idrîs Hiso nivîsîne. Di nivîsan de li ser rewşa dawî ya zimanê kurdî ya li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê sekinîne. Mamosteyên ku di bin banê Saziya Zimanê Kurdî de dersan didin jî qala meseleyê kirine. Mamosteyên zimanê kurdî ku dersan didin diyar dikin ku ew amade ne bi awayekî fermî li dibistanan perwerdehiyê bidin. Ji mamosteyan Anahîta Şêxe dibêje "Rewşa zimanê kurdî ber bi pêvajoyeke nû ve diçe", Berdevka Saziya Zimanê Kurdî li Qamişlo Hindirîn Hindê jî dibêje: "Em amade ne ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî".
Her wiha di bin Mijara Sereke de li ser mijara ziman û rewşa ziman bi Helîm Yûsiv bi nivîskar Deham Ebdulfettah re hevpeyvîneke kiriye.
Nezîr Silo li ser pirtûka "Kurd li Misrê" nivîsa danasînê nivîsandiye û qala kurdên li Misrê kiriye.
Ebdellah Şêxo jî "Gorkol"a Xelîl Cîbran wergerandiye û di kovarê de cih girtiye.
Nivîskar û helbestvan Çiya Mazî jî bi du helbestên xwe yên bi navê "Veşêre" û "Were" di kovarê de cih girtiye.
Rûpelên çandê ku nûçeyên çandê pêşkêş dike, dîsa rûpelan pirtûkan ku her hejmar pirtûkan dide nasîn di kovarê de cihê xwe girtiye.
Her wiha nivîsên wêjeyî û çend çîrok jî di kovarê de hatine weşandin.
Kovar, di her hejmarê de "Portreya Mehê" li ser nivîskarên kurd ên dijîn amade dike û bi vî awayî qîmetê dide nivîskaran. Dîwar ku di hejmara yekê de portreya Malmîsanij weşandibû, di vê hejmarê de Selahattin Bulut kiriye mêvanê Portreya Mehê.
Ji bo kesên bixwazin xwe bigihînin kovarê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
***
Nûçeya hejmara yekem a kovara Dîwar: