Li Amedê Kongreya Tenduristiyê li dar ket
Amed
1’emîn Kongreya Tenduristiyê a KCD’ê bi armanca ku xebatên tenduristiyê veguherin nasnameya sazibûnê, bi beþdariya gelek saziyên tenduristiyê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk ve hat kirin. Tûglûk diyar kir ku projeya xweseriya demokratîk dikare ji pirsgirêkên ku xitimîne re bibe bersiv û wiha got: “Derdê desthilatdaran ne tenduristî ye. Hikumeta AKP’ê der barê xizmeta tenduristiyê de hê jî tu biryarên wê tune ne. Em wekî KCD di mafê tenduristiya zimanê dayikê de bi israr in.”
1’ekemîn Kongreya Tenduristiyê a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Þanoyê a Þardariya Bajarê Mezin destpê kir. Di salona pankartênên “Kijan tendurustî; tendurîstiya xwezayî tendursitiyek çawa? Bi azadbûnê bi azadkirinê. Bi kê re tenduristî? Bi jinê re, Bi xwezeyê re, bi kedê re. Ji bo kê tenduristî? Ji bo domdoriya ekosistemê” hatin daliqandin
Di kongreyê de Prof. Dr. Gençay Gursoy, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê Prof. Dr. Beyza Ustun, doktorên ji ji baþûrê Kurdistanê, Serokê berê ê Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) Erîþ Bîlaloglu, Sekretera Giþtî ya SES’ê Bedriye Yorgun, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Endamê Meclisa Dayîmî ê KCD’ê Edîp Yaþar jî di nav de ji herêmê û ji Tirkiyeyê bi dehan delege tevlî bûn. Ji bo dîwanê Seroka Þaxa SES’a Amedê Hulya Uyanik Alukmen, Dr. Halîs Yerlîkaya û Sekretera Giþtî ya SES’ê Bedriye Yorgun ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk di axaftina kir de diyar kir ku modernîteya kapîtalîst bi feraseta karê li xizmeta tenduristiyê û bedena mirov, xwezayê dinere û wiha got: "Armanca saziyên kapîlatîzmê ne tenduristî ye, armanca sermiyedaran karê di tenduristiyê de ye. Tekelên ku baþiya civakê red dike û li ser karê tev digerin ewil nexweþ dikin û piþtre sax dikin. Tenduristiya mirovan dikin pere. Ewil civaka nexweþ ava dikin û piþtre xizmeta tenduristiê pêþkêþ dike. Em vê pergala xurifî û li dijî xizmeta civakê red dikin. Ev pergal li dijî tenduristiya civakê ye. Bi fîzîk, derûnî, fîzyolojî û hestê mirovan dilîzin. Mafê tenduristiyê kirine mafê dewlemendan. Kesên pereyê wan hebe dê karibin derman bibin û yên pereyên wan tune bin jî nikarin derman bibin. Armanca rejîma AKP'ê ne tenê neo-liberal e. Di heman demê de zayendîparêz e. Di nîqaþên kurtajê de ev derket holê. Hikumeta AKP'ê jinê wekî dermale dibîne. Dibêje tenê bila jin zarokan çêke û li karê malê binere. Li ser bedena jinê serdestiya bio ava dike. Em vê pergalê red dikin."
Kongre mijarê "Têgihîþtina tenduristiya berovajîkirî", "Têgihîþtina tenduristiya xwezayî" nîqaþ dike û li ser mafê tenduristî, îktîdar, ekolojî û çandê disekine.
Di kongreyêde dîsa dê mijarên "Tenduristiya hatiye metakirin", "Afirandina agahiyê û pêþxistina tenduristîvanan", "Kapîtalîzm û Tenduristî", "Rastkirinên Perspektîfan", "Esas û rêgez" "Hevpar û demokratikbûn" û "Civakîbûna tenduristiyê" bêne nîqaþkirin.