Diyarname
Herî dawî di maça Fransa û Portekîzê de lîstikvanê Portekîzê Cristiaon Ronaldo 2 gol avêtin û bi van rekorek nû bi dest xist. Ronaldo lîstikvan Miroslav Klobe derbas kir û di Kûpaya Cîhanê û Kûpaya Ewropaye de bû lîstikvanê herî zêde gol avêtiye.
Encam wisa çêbû:
- Cristiano Ronaldo: 21
- Miroslav Klose: 19
- Gerd Muller: 18
- Jurgen Klinsmann: 16
- Ronaldo: 15
BÛ ŞIRÎKÊ ALÎ DAEI
Li aliyê din li dinyayê di warê bi formaya neteweyî yê herî zêde gol avêtine de jî Ronaldo lîstikvanê Îranî Ali Daei gufalt. Ronaldo bi her du golan bû 109 gol ku bi formaya tîma neteweyî diavêje û bi vê bû şirîkê Ali Daei. Di maça bê de Ronaldo golek din biavêje dê rekora wî jî ji dest bigire.
GOLÊN LI UEFA'YÊ
Li aliyê din Cristiano Ronaldo bi van golan hejmara golên xwe yên ku di tûrnûvayên Euro de avêtine derxist 14'an. Berî Euro 2020 hejmara golên Ronaldo û Michel Platini (9 gol) yek bû. Niha Êdî text di destê Ronaldo de ye.