Diyarname
Yekem car televîzyonekê dan Ocalan. Gelo Ocalan dikare li kîjan kanalan temaşe bike?
Ji roja ku Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliye heta niha televîzyona wî tune bû, tenê radyoyekê dabûn wî. Duh Ocalan bi birê xwe Mehmet Ocalan re di hevdîtinê de axivî û got, "Min televîzyon nexwest. Bêyî ez bixwazim wan anîn televîzyonekê li odeyê min danîn."
Li Tirkiyeyê ciheke televîzyon hebe jî mirov nikare li hemû kanalan temaşe bike. Li gor gotina Cîgerê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç bi vê televîzyonê Ocalan dikare li 12 kanalan temaşe bike. Ji kanalên nûçeyan Ocalan dikare li CNN Turk, NTV, Kanal 24 û her wiha ji kanalên din jî dikare li Atv, Kanal D, Kanal 7, Samanyolu, Show TV, Star TV, TRT 1, TRT 6, Ulke TV temaşe bike.
****
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derket
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo xwendina nûçeyê LOGO'yê bitikînin