Amed
Belê, amedî ne ji rojavayiyan, ne ji tirkan hînê sazkirina kuçeyan bûne. 4 hezar sal berê jî fikra bajarîbûnê û sazkirina kuçeyan bi wan re hebû.
Pêşî ev not: Digel hemû daxwazên kurdan ku bendavê navxwazin jî Dewleta Tirkiyeyê bendava Ilisû çêdike ku ev bendav hem Heskîfê hem jî derdorên din dê bixe bin avê. Yek ji van derdoran jî girekî li Bismilê ye ku jêre "Muslumantepe" dibêjin. Ev der cîheke dîrokî ye û Serokatiya Muzeyê ya Amedê li vê derê xebata kolandinê daye dest pê kirin. Ev xebata ku bi navê "Rizgarkirina Berhemên Çandî yên dê dibin Gola Bendava Ilisû de bimînin" lê kirine niha dîrokek nû pêşkêşî me dike. Em meseleya "ev çawa rizgar kirin e, ji dêvla di bin avê de bimîne, dîsa bikole û wisa biparêze" jî aliyekê dihêlin û agahiyên ku derketine holê pêşkêşî we dikin:
- Ev kolandina li ser vî girî ku ji sala 2000'an ve didome, gelek berhemên dîrokî jê derketin.
- Di kolandinê de xaniyên li kêleka hev hatine rêzkirin û li nav van jî kevirên li kuçeyan li kêleka hev hatine honandin derketin ku ev yek nîşana kuçeyên bi keviran hatine sazkirin nîşan didin. Dîrok jî qala 4 hezar sal berê tê kirin. Yanê 4 hezar sal berê jî li Bismila Amedê kuçeyên modern hebûn. Ev kuçeyên hatine dîtin bi qasî metreyek, meter û nîv fireh in. Bi kevirên ku ji Çemê Dîcle anîne û bi seramîka şikestî hatine çêkirin. Ji ber ku kuçe bi keviran hatine raxistin ev yek nîşaneya çanda bajarîbûnê ye. Gelek balkêş e ku dişibin kuçeyên di roja me ya îro de.
- Li vir mîmarîya 4 hezar sal berê hate dîtin.
- Yek ji arkeologên Midûriyeta Muzeya Amedê Şeref Yumuk ragihandiye ku roja 27'ê rezberê kolandina wan temam bûye lê belgekirin û teslîmkirina wan a muzeyê hê didome.
- Yumuk wisa gotiye: Me serdema Hesin, serdema pêşîn a hesin, serdema tebeqeya navîn asûr, serdema tûncê ya dawî, serdema navîn a tûncê, serdema pêşî a tûncê û serdema îslamê li vir tesbît kiriye. Me 7 serdem bi bermahiyên wan li vê derê dîtine.
- Li vir mîmariyeke cuda derketiye. Li aliyê hundir ê xaniyên di çalê de bi keviran hatiye honandin. Ev taybetiya mîmarî ji mîmariya herêmê ku heta niha derketiye holê cudatir e. Li ser mîmariya Serdema Pêşî ya hesin bermahî hatibûn dîtin lê di vê kolandina me de yekemîn car me cihên lêmayînê ku aliyê hundir ê dîwaran bi keviran hatine honandin dît.Li nav van cihan refên ji daran hatine çêkirin ku ji erd ciheke bilindtir hatine çêkirin jî me dîtin ku em difirin ji bo xwarinên xwe ji kêzikan biparêzin tiştek wisa çêkirine. Dîsa di nav van çalan de çalên embarkirinê me dîtin ku hê jî li çolterê embarên wisa hene; ev yek nîşan dide ku ev çand hê berdewam dike.
- Li wê derê hindik be jî parçeyên seramîka çanda Karaz jî hatine dîtin ku ev yek nîşaneya ticaretê bi çanda Karaz re jî.
Her wiha Yumuk ragihandiye ku li vê derê 150 gorên aîdê serdema Îslamê û goristaneke jî aîdê serdema Romayê dîtine.


