Diyarname
Vê hefteyê 3 ji Tirkiyeyê 6 ji derveyî Tirkiyeyê 9 fîlm di vîzyonê de ne. Ji van 2 anîmasyon in.
Ev hefte ji aliyê sînemayê ve hefteyek rengîn e. Ji bo zarokan "Elfland" û "The Donkey King" (Qral Ker) hene. Ji bo hezkiriyên "Star Wars" beşa nû tê "Star Wars: The Rise of Skywalker" (Star Wars: Bilindbûna Skywalker). Di vê beşê de dawî li efsaneya Skywalker tê, efsaneyên nû dertên û şerê dawî yê ji bo azadiyê tê dayîn tê. Fîlm van digire dest.
Ji nav hemû fîlmên vê hefteyê em "Bombshell" derdixin pêş. Fîlm bi navê "Skandal" li Tirkiyeyê derxistine vîzyonê ku jixwe meseleya fîlm jî skandal e.
CEO û avakarê Foks Newsê, siyasetmedarê DYA'yî Rojer Ailes jiyanek balkêş jiya. Li aliyek ve xebatên kirin, gavên ku avêtin li aliyê din dema patronê çapemeniyê bû tevgerên wî yên tacîzî yên li hemberî xebatkarên wî yên jin... Fîlm çîroka tacîzkirinên Rojer Ailes tîne pêşberî temaşevanan. Mijar di sala 2016'an de derket holê. Şirovekara televîzyonê Gretchen Carlson di havîna 2016'an de meseleya tacîzê anî ziman, dûre Megyn Kelly û gelek jinên din qala tacîzê kirin û mesele belav bû. Wê demê bi navê "Metoo" mijar li seranserê dinyayê belav bû û Hollywoodê dest avêt mijarê. Fîlmê niha li pêşberî temaşevanan e meseleya tacîzê, desthilatdarî û zordariyên wî radixe ber çavan.
Fîlmê ku Jay Roach bi rê ve biriye de Charlize Theron, Nicole Kidman, Margot Robbie, Jennifer Morrison dilîzin.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Ema / Derhêner Pablo Larrain
- Bombshell / Derhêner Jay Roach
- Star Wars: The Rise of Skywalker / Derhêner J.J.Abrams
- Chatter / Derhêner Matthew Solomon
- The Donkey King / Derhêner Azîz Jîndarî / Anîmasyon
- Elfland / Derhêner Logan Spence / Anîmasyon
- Beyaz Huzun / Derhêner Kenan Korkmaz
- Kader Postasi / D erhêner Elif Akarsu Polat, Çigdem Bozali
- Kirkyalan: Biz dun gece ne yaşadik? / Derhêner Hamdi Alkan