'The Whistlers' û yên din
Diyarname
Vê hefteyê ji Tirkiyeyê 4 ji derveyî Tirkiyeyê 6 fîlm hatine ku yekj i wan anîmasyon e. Ji van em "The Whistlers" derdixin pêþ.
"The Whistlers" pêþberendamê Oscarê bû
Fîlmê derhêner Cornelie Porumboiu ê bi navê "The Whistlers" li Tirkiyeyê bi navê "Islikçilar" derxistine vîzyonê. Di fîlm de Vlad Ivanov, Catrinel Marlon, Rodica Lazar û Julieta Szonyi dilîzin.
Fîlmê ku li Festîvala Cannesê di beþa pêþbazî de û her wiha li Festîvala Torontoyê jî derket pêþberî temaþevanan niha li Tirkiyeyê derdikeve pêþberî temaþevanan.
Cristi polîsekî ye ku qaçaxçiyên tilyakê ew kirê kiriye. Cristiyê ku li Bukreþê dijî ji bo endamekî mafyayê berde diçe girava La Gomera. Cristi divê zimanê fîkandinê ku jêre Silbo dibêjin hîn bibe ji ber ku ev ziman li vir tê bikaranîn. Cristi bi saya vî zimanê veþarî enramê mafyayê rizgar dike û dema vedigere Bukreþê dibe xwedî mîlyon dolaran.
Fîlmê "The Wistlers" di heman demê de li ser navê Romanyayê bû berendamê Oscarê.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê
- Knives Out / Derhêner Rian Johnson
- Matthias at Maksime / Derhêner Xavier Dolan
- Underwater / Derhêner William Eubank
- The Whistlers / Derhêner Cornelia Porumboiu
- Cats / Derhêner Tom Hooper
- Spies in Disguise / DerHêner Nick Bruno, Troy Quane / Anîmasyon
- Hayaller Ulkesi: Gamonya / Derhêner Tugce Soysop
- Rem / Derhêner Berk Aygul
- Sifir Bir / Derhêner Kadri Beran Taþkin
- Biz Boyleyiz / Derhêner Caner Ozyurtlu
Fragmana "The Whistlers":