Diyarname
Di Lîga Neteweyan de maçên duyemîn têne lîstin. Tirkiye di vê maça duyem de jî têk çû: 4-1. Di maça yekem de Tirkiye li hemberî Fransayê bi 1-0 têk çûbû, îro jî li mala xwe li hemberî Îtalyayê bi 4-1 têk çû.
Di Koma A de Tirkiye û Îtalya hatin hemberî hev. Maç Tîmsah Arena ya Bursaya Tirkiyeyê bû. Di deqîqeya 9'an de Îtalya bi gola Alessandro Bastonî derket pêş. Di deqîqeya 22'yan de Davide Frattesi û piştî vê Michael Kayode encam anî 3-0'ê.
Nîveka yekem bi 3-0 bi serketina Îtalyayê bi dawî bû.
Di destpêka nîveka duyemîn de Tirkiyeyê golek avêt û hinek bi hêvî bû. Di deqîqeya 47'an de Bariş Alper Yilmaz gola Tirkiyeyê avêt. Lê piştî vê bi 3 deqeyan Îtalyayê bi Francesco Pio Espotiso encam diyar kir: 4-1.
Tirkiye di 64 salan de 17 caran ligel Îtalyayê listiye: 12 caran têk çûye, 5 caran wekhev maye. Di van maçan de 33 gol xwariye, 11 gol avêtiye.
REWŞA KOMA A
Di Lîga Nateweyan de 14 kom hene. Tirkiye ligel Fransa, Belçika û Îtalyayê di Koma A de ye. Di maça din a vê komê de Fransayê Belçika bi 1-0 têk bir. Di dawiya maçên duyem de Fransa bi 6 pûanan yekem, Belçika û Îtalya bi 3 pûanan duyem û sêyem û Tirkiye pûanên wê tune ne.
Di vê komê de maçên sêyem 2'yê mehê têne lîstin: Belçîka-Tirkiye, Fransa-Îtalya.
Maçên çarem 5'ê mehê têne lîstin: Îtalya-Tirkiye, Fransa-Belçika.


