Diyarname
Nivîskar Husên Arif ku temenekî dirêj ji bo nivîs û rewşenbîriya kurdî dabû ji vê dinyayê xatir xwest.
Husên Arif roja 21'ê sermaweza 1926'an de li Silêmaniyê hatibû dinê. Wî li Bexdayê Beşa Hiqûqê xwendibû û bûbû parêzer.
Wî di jiyana xwe de di kovar û rojnameyên Başûr ên bi navê Roşinbîrî nû, Nûserî kurd, Hawkarî û Karwan de kar kir.
Husên Arif demek dirêj di nav siyasetê de jî cih girt. Wekî yek ji YNK'ê xebata xwe domand, li Parlemena Kurdistana Federe de jî wekî mebûs û wekî wezîr jli ser navê YNK'ê kar kir. Ew dijî şerê di navbera YNK-PDK'ê de (sala 96) li meclisê ligel hin mebûsan dest bi grevê kir.
Arif bi çîrok û romanên xwe hat nasîn ku hin ji wan li Bakur bi kurmancî jî hatin belavkirin. Ligel van wî pirtûka Machiavelli "Mîr" jî wergerandibû kurdî. Di jiyana xwe de wî bi dehan pirtûk nivîsîn. Ji van 3 li Bakur jî hatin belavkirin.
Li Bakur Weşanên Avestayê pirtûka "Şar" (ji soranî Firat Kelehki), Weşanên Pallê jî pirtûkên wî "Lehiya Dilî" (ji soranî Şehab Xalidî) û "Revde Gurg" (ji soranî Şehab Xalidî) bi kurmancî çap kiribûn.


