Amed
Êvarê kes an hin kesan bi çek êrîşê Tesîsa Sosyalê ya Şaredariya Mezin a Amedê ya li Fîskayayê kirin. Tê gotin ku ên êrîş kirin xwediyên berê yên tesîsê ne. Du xebatkarên tesîsê birîndar bûn.
"Fiskaya Teras" niha wekî Tesîsa Sosyal a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kar dike. Îro rastî êrîşê çekdarî hat. Ji xebatkaran yek j3e ji destê xwe, yê din ji lingê xwe birîndar bûye. Ew rakirin nexweşxaneyê.
Rêxistina DEM Partî ya Amedê li ser bûyerê ragihand ku sibê (çarşemê) Saet 13'yan de wê li tesîsê daxuyanî bidin çapemeniyê.


