Amed
Konferansa Êzîdiyan a ku bi beşdariya nûnerên Êzidiyên li her aliyê cîhanê duh û îro (17 - 18'ê mehê) li dar ket bi dawî bû. Di dawiyê de encamnameyeke hate weşandin. Di encamnameyê de hate xwestin ku çanda êzîdiyan were parastin, navendek li Amed an jî li Mêrdînê bê vekirin, hemû perestgehên Êzîdiyan bêne restorekirin û parastin. Her wiha biryar hate dayin ku herî hindik du salan carekê konferansek wiha bê lidarxistin û Êzidî bên birêxistinkirin.
Konferansa Êzidiyan li Salona Resepsiyonê ya Sumerpark a Amedê pêk hat. Konferansa bi beşdariya nûnerên Êzidiyan ên ji gelek welatên cîhanê pêk hat bi dawî bû. Encamnameya Konferansê hate eşkere kirin.
Encamnameya ku ji aliyê siyasetmedara kurd û parlementera berê ya Parlementoya Ewropa Feleknas Ûca ve hate xwendin. Ûca bal kişand ser têkoşîna kurdan a di asta navneteweyî de û diyar kir ku divê gelê kurd yekîtiya xwe xurt û bilind bike.
Ûca destnîşan kir ku bo parastina çand û zimanê kurdan Êzîdî têkoşîneke bi rûmet dimeşînin û diyar kir ku Êzîdiyan berdêlek li hemberî zilm û êrîşên li ser gelê kurd pêk tên daye.
Di encamnameyê de ev xal hatin eşkerekirin:
- Konferansa me ji bo Kongreya Êzîdiyên Cîhanê, ji Konferansa Neteweyî ya Kurdan û yekîtiya kurdan, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî yên civaka Êzîdiyan pêwîstî bi “Rêveberiya Civaka Êzîdiyên Kurdistanê” heye.
- Kesê/a wekî berdevk bê hilbiartin di heman demê de dê ji bo xebatan 3 komîsyon ava bike; Pêkhatina Kongreyê, Yekîtî û Konferansa Neteweyî ya Kurdan, û Komîsyona Çareseriya Pirsgirêkên civaka êzidî..
- Konferansa me bang li hemû siyasetmedar û pêşengên kurdan dike ku Kongreya Neteweyî di demek herî zû de bê kirin.
- Divê konferansa me Lijneya Jinên Êzîdî ku dê îrade û rêxistinbûna jinên Êzîdî xurt bike bê avakirin.
- Di konferansa me de tengasî û pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn anîne ziman, kuştinên di bin navê namûsê de, zewaca pirjinî, zewacên bê îrade, zewicandinên di temenê biçûk de û qelendayîn hatiye mehkûmkirin.
- Em daxwaz dikin ku hemû malên Êzîdiyan bibin cihên ku hişmendî û yekîtiya neteweyî lê pêş ketiye.
- Delegeyên konferansê pêşniyar dikin ku divê komîsyonên ji civaknas û dîrokzanan pêk tên li ser baweriya ola Êzîdîtiyê lêkolîn bikin.
- Divê ev konferans her tim berdewam bike û herî hindik du sal carekê bê lidarxistin.
- Li hin parçeyên Kurdistanê desthilatî baweriya Êzîdiyan nas nake û li hemberî Êzîdiyan polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne. Em bang li hemû rayedar û pêwendîdaran dikin ku divê li hemberî van polîtîkayan têkoşîn hebe û divê nasname û vîna van bawerî û olan bênasîn.
- Divê ji bo xebatên parastina çanda Êzîdiyan li Amed an jî Mêrdînê cihek ji bo Êzidian bê vekirin.
- Divê li hemû parçeyên Kurdistanê cihên pîroz ên Êzîdiyan bêne restorekirin û nûkirin û divê bêne parastin.
- Divê li dewletên ku ola Êzîdî bi fermî qebûl nakin û nas nakin têkoşîn bê meşandin û divê were tesbîtkirin ka çend Êzîdî li van welatan dijîn.
- Delegeyên konferansa me pêşniyar dike ku Iraq madeya 140’emîn a Makeqanûnê bicih bîne.
Hate gotin ku dê Encamnameya Konferasê ji hemû saziyên kurdan ên li Ewropa, Rojhilata Navîn, Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemû parlementerên kurd re bê şandin.