Kurtedemek berê DÎHA, ANF, Yuksekovahaber jî di nav de TÎB'ê sansur danî ser malperên çapemeniya kurd û çapemeniya muxalif. Derket holê ku Midûriyeta Giştî ya Karên Ewlehiyê ya Serokwezîriya Tirkiyeyê raste rast ji TÎB'ê xwestiye sansurê deyne ser van weşanan û bi vê daxwazê re qedexe danîne ser wan.
Heta niha li dor 90'î weşand hatine astengkirin. Ji bo ji holêrakirina qedexeya ser DÎHA'YÊ parêzerên saziyê ketine nava hewldanan lê heta niha tu encam nehatiye bi dest xistin.


