Diyarname
Li Tirkiyeyê niha 30 bajar di statuya Bajarên Mezin de ne û niha hikumet dixwaze 12 bajarên din bîna asta Bajarên Mezin. Ji bo vê yekê jî li ser xebatê dike.
Li Tirkiyeyê piranî di dema hilbijartinên herêmî de hikumet her şikilên nû didin sînorên bajar û navçeyan. Niha jî meseleya Bajarên Mezin di rojevê de ye. Tikumeta Tirkiyeyê li ser di projeyan dixwebite: Bajarên ku serjimariya wan bi ser 500 hezarî de ye bike bajarê mezin ku wisa be 12 bajarên din dê bibin xwedî statuya Bajarên Mezin. Li gor plana din jî bajarên ku serjimariya wan bi ser 300 hezarî de ye dixwazin bikin bajarê mezin. Ger wisa be dê li Tirkiyeyê hejmara bajarên mezin derkeve 58'an.
Ji plana yekem ger biryar bê dayîn dê bajarên kurdan Batman, Agirî, Semsûr, Elezîz û ligel wan Afyonkarahisar, Sêwas, Tokat, Zonguldak, Kutahya, Osmaniye û Çanakkale bibin bajarên mezin.
Ger plana duyem bikeve rojê ji bajarên kurdan Şirnex, Mûş, Bedlîs û Sêrt jî dikevin nava bajarên mezin
Ger li ser guherîna bajarên mezin biryar bê dayîn gundiyên van bajaran jî di hilbijartina herêmî ya 2019'an de ji bo Şaredarê/a Bajarê Mezin deng bidin. Her wiha hemû gundên li nav sînorên bajarên mezin jî dê bibin tax.