Diyarname
Vê hefteyê maçên koman ên Lîga Şampiyonan hene. Maç roja sêşem û çarşem têne lîstin. Berî maçê lîgan temam bibin bi 2 maçan vê hefteyê hin lîg dê bilêtên derketina ji koman bi dest bixin.
Hin maç girîng in ji ber ku tîm di asta hev de ne. Ji van Milan PSG'ê, Arsenal Sevillayê dike mêvan. Maçên din zêde ne balkêş in.
Lîga Şampiyonan îro bi maçên B. Dortmund-Newcastle United (2-0) û Şahtar Donetsk-Barselonayê (1-0) dest pê dike. Her du maç saet 21.45'an de têne lîstin.
Heman rojê saet 23.00'an de jî ev maç hene:
- Lazio - Fyenoord: 1-0
- Porto - Dolay Artwerp; 2-0
- Manchester City - Young Boys: 3-0
- Milan - PSG: 2-1
- Atletico Madrid - Celtic: 6-0
- Stêrka Sor - RB Leipzing: 1-2
- Real Sociedad - Benfica: 3-1
- Napoli - Union Berlin: 1-1
- Kopenhang - Manchester City: 4-3
- Rb Salzburd - Inter: 0-1
- Bayer Munih - Galatasaray: 2-1
- Arsenal - Sevilla: 2-0
- PSV - Lens : 1-0
- Real Madrid - Braga: 3-0
Vê hefteyê maçên 4'emîn ên koman têne lîstin. Hin tîm di her 3 maçên berî vê de bi ser ketine û xwediyê 9 pûanan in. Ew bi ser bikevin dê bilêta derketina ji koman bi dest bixin. Ji van Bayer Munih di Koma A de, Real Madrid di Koma C de, Manchester City di Koma G de û Barselona di Koma H de bi 9 pûanan in.
***
MC JI KOMÊ DERKET
Di maçên êvarê de Manchester City (MC) li mala xwe bi 3-0 Young Boys têk bir. Di deqîqe 23'yan a maçê de Erling Haaland bi penaltiyê tîma xwe 1-0 derxist pêş. Di deqîqeya 41'ê de Phil Fooden encam bir 2-0'ê. Û Haaland di deqîqeya 51'ê de gotina dawî got: 3-0.
Ev maça çarinan a maçên koman bû. Berî maçên koman temam bibin bi 2 maçan bi vê encamê MC'ê mafê derketina koman bi dest xist û derbasî Dora 16'an bû. Di her du maçên din de MC têk here jî tiştek naguhere.
Surprîza êvarê ji Barselonayê hat. Barça li Şaktar Donetskê bi 1-0 têk çû.
TÎMÊN JI KOMAN DERKETIN
Berî maçên koman temam bibin bi du maçan Bayer Munih bi 12 pûanan ji koman derket û wekî yekemînê komê. Real Madrid bi 12 pûanan ji komê derket, lê ji bo wekî yekemîn derê di maçên pêş me de divê herî hindik pûanek bigire. MC jî bi 12 pûanan ji komê derketiye, ji bo yekemînî ji wî re jî pûan lazim in. Ev her sê tîm ji niha ve derbasî Dora 16'an bûn.