Diyarname
Di fîlmê bi navê "Reîs" de jiyana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hatibû pêşkêş kirin. Sazkarê fîlm Ali Avci bû û Avci ji doza "FETO" hat binçavkirin (13 tîrmeh) û niha (19 tîrmeh) hat tewqîfkirin.
Avci berî bê girtin fîlmekî bi navê "Uyaniş" kişandibû û fragmanên wî weşandibûn. Di fragmanan de yekî demance dabû ser Erdogan û ev fragman rastî bertekan hatibû. Hat gotin ji ber vê yekê ew hatine girtin.
Fîlmê "Reîs" îsal hatibû kişandin, Cîgerê Serokê Giştî yê AKP'ê Burhan Kuzu, Şaredarê AKP'ê yê Beyogluya Stenbolê Ahmet Misbah Demircan û gelek mezinên AKP'ê jî çûbûn galaya fîlm. Fîlmê ku îsal ket vîzyonê hat gotin ku dê rekorê bişikîne lê qet eleqe nedît.
Derhêneriya fîlmê "Reîs" Hudaverdi Yavuz kiribû, senaryoya wê jî Murat Ozdil nivîsandibû. Fîlm bi 8 mîlyon TL'yî hatibû kişandin. Reya Beyoglu rola Erdogan lîstibû. Ozlem Balci, Orhan Aydin, Ayhan Eroglu, Abidin Yerebakan têde lîstibû.