Diyarname
Piştî peymana 10'ê Adara îsal hê jî hevdîtinên di navbera Hikumeta Demkî ya Şamê û Rêveberiya Xweser de didomin. Lê heta niha tu encam nehatine bi dest xistin. Niha cara yekê Hikumeta Demkî pêşnûmayek da Rêveberiya Xweser ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibe.
Li ser vê yekê Nûmedyayê nûçeyeke amade kir. Li gor nûçeya çavkanî wekî Rêveberiya Xweser nîşan daye, cara yekkê hikûmeta Şamê li ser Peymana 10'ê Adarê pêşnûmayek pêşkêşî Rêveberiya Xweser kiriye.
Nûçe radigihîne ku Rêveberiya Xweser ev gav ji bo destpêkê wekî pêşketinek erênî nirxandiye û gotiye: “Bes pêşnûma li gorî hişmendiya dewleta yekperest hatiye nivîsandin. Pêşnûma bi giranî li gorî entegrasyona leşkerî teşe girtiye. Ev nêzîkatiyek gelek xeter e. Di pêşnûmayê de sernavên Peymana 10'ê Adarê tune ne. Di Peymana 10'ê Adarê de sernavên pergala îdarî, aborî, tenduristî, perwerdehî, vegera pênaberan, qanûna bingehîn û reformên siyasî jî hene. Lê di pêşnûnameyê de li ser van nehatiye rawestîn.”
Nûçe radigihîne ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa û Îngilîstan wekî çavdêr muzakereyan dişopînin. Ev her sê hêz dixwazin heta dawiya salê hin gav bêne avêtin.


