Diyarname
Ji bo bîranîna Şerzan Kurt ev 15 sal in Egîtîm-Sena Batmanê "Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt" li dar dixe. Niha encamên 15'emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt hatin eşkere kirin.
Li gor daxuyaniya Egîtîm-Sena Batmanê di beşa kurdî de Rêvan Seîd bi çîroka xwe "Bi navê te jiyanek nehat ditîn" bi ser ketiye. Di beşa tirkî de jî Îhsan Tuzun bi çîroka xwe "Reşik Huseyin" bi ser ketiye.
JURIYÊN ÎSAL
Îsal di beşa kurdî de Amed Çeko Jiyan, Brahîm Ronîzêr, Rûbar Elî, Evdal Baqî û Omer Kurt (Bavê Şerzan Kurt, wî deng neda) endamên juriyê bûn.
Di beşa tirkî de jî Murat Bozkurt, M. Sait İmret, Newroz Serhat Odabaşi, Firat Baytak û Nejla Kurt (Diya Şerzan Kurt, wê deng bikar neanî) endamên juriyê bûn.
Şerzan Kurt li Muglaya Tirkiyeyê xwendekarê Zanîngeha Muglayaê bû, roja 12'yê gulana 2010'an hat qetilkirin.