Qamişlo
Parlamentoya DYA'yê 961.6 mîlyar dolar ji bo budceya şer a 2026'an veqetand. Ji nav wê budceyê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê parek mezin veqetandiye.
BUDÇEYA JI BO HSD'Ê
Ji bo HSD'ê 130 mîlyon dolar hat veqetandin. Ji wê 65 mîlyon ji bo mûçeyan, 15.6 mîlyon dolar ji bo perwerdekirin û çekkirinê, 32.4 mîlyon dolar ji bo lojîstîkê û 1.5 ji bo çaksazî û xizmetên din hatin veqetandin.
BUDÇEYA JI BO PÊŞMERGEYAN
Ji bo Pêşmerge 61.014 mîlyon dolar hat veqetandin. Ji wê 11.8 mîlyon dolar ji bo çekkirinê, 5.321 mîlyon dolar ji bo cebilxaneyê, 27.507 mîlyon dolar ji bo wesayîtên leşkerî û 17.106 mîlyon dolar ji bo cilûbergan û kelûpelên din hatin veqetandin.
BUDÇEYA JI BO HÊZÊN EWLEKARIYÊ YÊN IRAQÊ
Ji bo Wezareta Berevaniyê ya Iraqê 48.419 mîlyon dolar hatin veqetandin. Ji wê 100 mûşekên "Hellfire" (12 mîlyon dolar) û 13 mîlyon dolar ji bo sîstem û cîhazên peywendiyê hatin veqetandin.
BUDÇEYA JI BO HÊZÊN TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ YA IRAQÊ
Ji bo Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Iraqê jî 65.595 mîlyon dolar hatin veqetandin. Ji wê 32 mîlyon dolar ji bo perwerdeyê û 33 mîlyon dolar ji bo çekkirin û amadebaşiyên leşkerî hatin veqetandin.
ANHA


