Diyarname
Maça tenîsê ya Roland Garrosê ya mêran tam 5 saet û 29 deqe dom kir, di dawî de Carlos Alcaraz reqîbê xwe Jannik Sinner bi 3-2 têk bir û bû Şampiyonê Roland Garrosê.
Tenîskarê îtalî Jannik Sinner û tenîskarê spanyolî Carlos Alcaraz di Roland Garrosê (Open France) de hatin hemberî hev. Şampiyonê dawî Alcaraz di maçê de her du setên pêşî winda kir û maç bû 2-0 lê Alcarazî bi paş ve gav neavêt û her sê setên din bi dest xistin; bû şampiyon.
Maç tam 5 saet û 29 deqe dom kir û di Open France de ev bû fînala ku herî zêde dirêj didome.


