Diyarname
Şaredariya Nisêbînê nav li 70 kuçeyên li 80 taxan kir lê qeymeqamî ji van 64 nav red kir. Qeymeqamî bi îdîaya "Nav ne li gor rêgezên zimanê tirk, navnîşan û nimrekirinê ya rêziknameya 24'an e" 64 nav red kir.
Qeymeqamî ji 70 navan 64 jê red kir, navên wekî Bermal, Kanî, Dilşad, Gulşîlan û Eylem erê kir, navê "Azad" jî xwest wekî "Azat" bê nivîsîn.