Diyarname
Derhênerê sînemayê yê navdar ê Sûriyeyê Bessah Muhîddîn Huseyîn li ber mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Derhêner Huseyîn roja yekşema borî (5 gelawêj) rastî êrîşeke çekdarî hat. Li ser mirina derhêner Huseyîn, Lijneya Giştî ya Sînemayê ya Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bûyer şermezar kir.
Lijneyê wisa got: "Şehîd Huseyîn li derveyî welat perwerdehî dîtiye, kiriye ku çand û şaristaniyên cuda bi sûriyeyan bide nasîn; ji bo ew hezkirina xwe ya ji bo Sûriyeyê nîşan bide li ser hunerê kar dikir."
Li Sûriyeyê hêzên muxalîf êrîşê hunermend û akademîsyenên alîgirê Esad in dikin û dikujin.
Derhêner Bessah Muhîddîn Huseyîn kesek elewî bû.


