Diyarname
Nivîskarê amerîkî Percival Everett bi romana xwe "James" Xelata Pirtûkan a Neteweyî girt. Ev xelat li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) wekî xelata bi rûmet a wêjeyê tê hesibandin.
Everett çîroka Mark Twain ji nû ve honandiye di romana xwe "James" de bi cih kiriye. Everett romana klasik a Mark Twain "Serpêhatiyên Huckleberry Finn" bi vegotina koleyê kaçax Jim ji nû ve vegot û romaneke dramatik derxist holê. Ev roman ji bo Xelata Booker jî berendam bû lê bi ser neket, lê vê carê bi ser ket
Nivîskarê 67 salî bi vê xelatê dê 10 hezar dolar pere wekî xelat bigire. Wî kurtedemek berê bi navê Xelata Vehonandinê ya Kirkus jî girtibû. Xelata Kirkusê ji aliyê kovara Kirkus Reviews ve her sal li DYA'yê tê dayîn.



