Diyarname
Nivîskar û sosyolog İsmail Beşikçi dîsa ji ber fikrên xwe derdikeve pêşberî dadger. Danişîna doza Beşikçi 28'ê mehê roja çarşemê saet 09.15'an de ye. 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Beşîktaşa Stenbolê dixwaze Beşikçi ji ber gotara wî ya bi sernavê "Mafê Tayînkirina Pêşeroja xwe ya Neteweyan û Kurd" bidarizîne.
Gotara navborî ya Beşîkçî di kovara bi navê "Hukuk ve Toplum" de hatibû weşandin.
Dadgeh îdîa dike ku Beşikçi propagandaya PKK'ê kiriye û ji bo vê yekê dixwaze bi 8 sal û nîv cezaya hepsê ceza li wî bibire. Digel Beşikçi wê Berpirsa Karên Nivîsaran a Kovarê Parêzer Zeycan Balçi Şimşek jî bê darizandin.
Sosyolog Beşikçi heta îro 36 pirtûk nivîsandine û ji van pirtûkên wî 32 hebên wan hatin qedexekirin. Ew ji ber gotar û pirtûkên heta niha 17 salan di girtîgehê de ma.
Nivîskarên kurd û tirk bi kampanyayên cihê piştgiriya xwe ji bo Beşîkçî eşkere kirin.
Foto: Cemil Oguz