Diyarname
Li Spanyayê di hilbijartinê de Partiya Karkeran a Sosyalîst (PSEO) a serokwezîr Jose Luis Rodriguez Zapatero careke din bi ser ket.
PSEO di hilbijartinê de sedî 43 deng girt û bû partiya yekemîn. Ji 350 mebûsên parlemena Spanyayê Partiya Sosyalîst 169 mebûs bi dest xist lê ev têrî sazkirina hikumetekî nakin. Ji bo hikumet bê çêkirin pêdivî bi 6 mebûsên din heye.
Tê texmînkirin ku ji bo sazkirina hikumetê dê Zapatero bi partiya neteweperes a Katalan a mezin re hevkariyê bike.
Zapatero di serdema duyem de soza siyaseteke bêxirecir da. Her wiha Zapatero soza polîtîkayeke baş û ji holê rakirina şaşiyan da. Di serdema duyem de Zapatero dê zorê bide başkirina aboriya welêt.
Meseleya herî krîtîk ya li Spanyayê jî ew e ku zagona berfirehkirina xweseriya herêma Katalanan e.
Di hilbijartina ku 9'ê mehê li dar ket û encam hatin ragihandin de Partiya rastgir a Partiya Gel jî sedî 40 deng bi dest xistin.