Amed
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) a li Amedê bi navê "Sûrfest, Festîvala Jinan li Sûra Amedê da dest pê kirin. Festîval êvara 29'ê mehê bi konsera ku li Dêra Surp Giragos dest pê kir.
Seroka KASED’ê Saliha Ayata berî konserê got, "Em dixwazin nîşan bidin ku jinên kurd bi awayekî dîrokî çanda xwe çawa parastine."
Sûrfest heta 5'ê meha pêşiya me bi çalakiyên cur bi cur dê bidome.
- 30’yê rezberê: Li avahiya KASED’ê ya li Sûrê ji bo zarokan Kargeha Çîrokan. (16.00)
- 1’ê kewçêrê: Li avahiya Çand Ma ji bo zarokan dê kargeha “Lîstikên kuçeyan ên gelerî” bê lidarxistin. (Saet 16.00)
- 3’ê kewçêrê: Panel: “Bandora hunerê ya li ser ciwanên koçber” / Axaftin: Meltem Avci (Li ser zoomê, Saet 16.00)
* 3’ê kewçêrê: PaneL “Di çarçoveya muzîka penaberan de muzîka kurdî” / Axaftin: Etnomuzîkolog-nivîskar ED Emery (Li ser zoomê, Saet 17.00)
* 5’ê kewçêrê: Bernameya dawî ya festîvalê; Konsera Jin Ma û Performansa Koma Erbaneyê. Danasîna cil û bergên kurdî. Cih: Qonaxa Cemîl Paşa (Saet 18.30)