Diyarname
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson pirtûkek nivîsî. Pirtûka wî 10'ê vê mehê bi navê "Unleashed” li Îngilistanê çap dibe. Di pirtûkê de li ser jiyana siyayî ya Johnsonî gelek agahiyên cur bi cur hene.
Di pirtûkê de îdîayên balkêş hene. Yek ji wan li ser Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ye. Li gor nûçeya rojnameya Telegraph, Jonhson wisa gotiye, "Ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu li avahiya Wezareta Karên Derve me hevdîtin çêkir. Piştî vê hevdîtinê li tiwaletên avahiyê me cîhazên guhdarîkirinê dîtin."
Lê li ser vê yekê Johnsonî ligel Îsraîlê têkilî daniye yan na, ev yek şermezar kiriye yan na nehatiye eşkere kirin.


