logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Xebata 50 salan, ‘Dîroka Edebiyata Kurdî’ derket

  • Dîrok: 02/10/2024
  • Beş: Berhem

Diyarname
Heta niha gelek kesî li ser dîroka edebiyata kurdî pirtûk amade kirine ku yek ji wan jî Prof. Dr. Marûf Xeznedar e. Xeznedar tam 7 cild di vî warî de amade kiribûn û niha ew 7 cild ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.
Prof. Dr. Marûf Xeznedar di sala 1930’yî de li Hewlêrê hatiye dinê, di sala 2010’an de li heman bajarê canê xwe ji dest daye. Wî bi xebata xwe ya niha li ber dest di nav dîroka arşîva kurdî de cihgek girîng girtiye. Xeznedar tam 7 cild wekî “Dîroka Edebiyata Kurdî” amade kiribû. Ev rêzeya bi navê “Mêjûy Edebî Kurdî” ji aliyê Ziya Avci ve hate kurmancîkirin û ji Nûbiharê derket. Ji 7 cildan Cilda yekem ji destpêkê heta sedsala 14’an, cilda diduyan li ser sedsala 14-18’an, cilda sêyem li ser nîvê sedsala 19’an (1801-1850) û cilda çarem li ser nîveka duyemîn a sedsala 19’an de (1851-1914).
Xeznedar di cildên din de berê xwe daye serdema me, ya sedsala 20’î ku ev sedsala jî kiriye 3 beş. Cilda 5’an  di navbera herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem (1914-1945), cilda 6’an jî li ser serdema 1945-1975’an e ku Xeznedar ev jî kiriye du beş wekî “A” û “Be” bin av kiriye ku “B”Ya wî, yanê cilda 7’an li ser salên navbera 1945-1975’an sekiniye. Ev 7 cildên li ber dest bi temamî ji 2776 rûpelan pêk tê.
‘XEBATA HERÎ BERFIREH’
Prof. Dr. Abdurrahman Adak li ser vê xebatê dibêje, “Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye” û wisa dom kiriye, “Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya giranbuha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata kurdî, di heman demê de zanyariyên bingehîn ên bi erdnîgarî, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivîsarî û rojnamegeriya kurdî re pêwendîdar û seyra dîrokî ya edebiyatên cîhanê jî radixe ber çavan.”
JI SORANÎ HETA KURMANCÎ
Di berhemê de li ser wêjenanên soran, goran, kurmanc û lorî xebat hatiye kirin, lê li ser kirmancan (zaza) agahî nîn in. Adakî li ser naveroka 7 cilan jî van gotinan tîne ziman, “Di vê berhemê de, li gor qewareyê, bi rêzê edebiyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatiye kirin. Ji aliyê edebiyata Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebiyata Kurmancî dîsa Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ji ber ku di berhemê de edebiyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk û modern bi awayekî pir berfireh hatiye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada edebiyata Soranî de ye.”

Prof. Dr. Marûf Xeznedar kî ye?
Prof. Dr. Marûf Xeznedar, sala 1930’yî li Hewlêrê hatiye dinê. Perwerdeya seretayî û navîn li Hewlêrê û ya amadeyî li Kerkûkê xwendiye. Di navbera salên 1952-1957’an de di saziya perwerdeya wî wextî de mamostatî û birêvebirî xwendiye, di 1957’ê de Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Bexdayê xilas kiriye û bûye mamostayê zimanê erebî. 
Xeznedar di sala 1960î’ de bi rêya Lijneya Zanistî ya Iraqê çûye Moskowayê û li wê derê neh mehan perwerde dîtiye. Paşê li bajarê Petersbûrgê li Beşa Kurdî ya Enstîtuya Vekolînên Rojhilatê ya bi ser Akademiya Zanistî ya Rusyayê ve perwerdeya masterê û li Fakulteya Rojhilatê ya Zanîngeha Petersbûrgê jî perwerdeya doktorayê xilas kiriye (1963)
Ew di  sala 1968’an de li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê bûye mamosta û serokbeş û heta ku di sala 1981’ê de malnişîn bibe ev karê xwe berdewam kiriye. Wî sala 1979’ê pîleya profesoriyê wergirtiye. 
Prof. Dr. Marûf Xeznedar sala 1973’yan li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Bexdayê Beşa Kurdî damezirandiye. Di beşên edebiyatê yên Zanîngeha Ennabê li Cezayîrê û Zanîngeha Selaheddînê li Hewlêrê mamostatî kiriye. 
32 pirtûkên wî yên çapkirî hene ku ev berhema ji 7 cildan pêk tê ya herî mezin e. Ligel kar^ne xwe yên zanîngehê û lêkolînê wî di gelek rojnameyan de nivîskarî kiriye; ew endamê Sendîkaya Rojnamegerên Iraqê û endamê Yekîtiya Rojnamegerên Cîhanê bûye. Her wiha endamekî çalak ê Korî Zanyarî Kurdistan bûye. 
Marûf Xeznedar, di sala 2010’an de li Hewlêrê, li cihê ku hatibû dinê canê xwe ji dest daye.


 

 

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

126 sal berê dest pê kir, neviyên wî vî karî didomînin

ad

Li ser Rojava û Sûriyeyê îro çi bû? Va ne agahiyên îro

ad

16 baroyan li ser kurdî daxuyanî da

ad

HRRK li Kobanî festîvalê li dar dixe

ad

Ji Sefer Selvî karîkaturek din

ad

Festîvala Fîlman a Duhokê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname