Diyarname
Nivîskarê me Nûdem Hezex romaneke nû pêşkêşî xwendekarên kurdî kir. Romana bi navê "Çello Sonata Mirinê" ji Weşanên Nayê derket.
Heta niha sê roman, du helbest û helbesteçîrokek wekî pirtûk bi temamî 6 pirtûkên nivîskar Nûdem Hezex derketibûn. Niha romaneke nû li wan zêde bû. Di romanê de karakter wisa dibêje, "Dema tav ji xewê şîyar dibe, ez şîyar im; dema tav radize, dîsa ez şîyar im; li destê min qelemeke biçûk, li ber deftereke mezin bişevûroj li tarîya xwe digerim; li tarîya xwe ya min carekê nedîtî û wê jî ti carî ez wenda nekirim."
Karakter di nav lêgerînê de ye, lê gerîneke çawa? Em guh bidinê; "Na, na, nola her kesî, di tarîyê de li mûmekê nagerim; jixwe her tim di dilê min de mûmeke pêketî heye û ez bi wê mûma pêketî li tarîya xwe digerim.' Hin deman ditirsim li ber ronayîyên tîj û tûj û berqoq kor bibim û tarîya xwe ti carî nebînim; demdeman jî ew tirsa bêpirs ji dilê min derdikeve, gelekî wêrek dibim û dibêjim:
– Belkî jî hewce ye kor bibim, ji bo karibim tarîya xwe bibînim."
Nûdem Hezex kî ye?
Nûdem Hezex di sala 1964'an de li Hezexê hatiye dinyayê, heya biçe Zanîngeha Gazîyê ya li Enqereyê li Hezexê mezin bûye. Piştî zanîngehê 28 salan li Mersînê mamosteyî kiriye. Niha teqewît bûye. 17 stranên wî yên gotin û muzîkên wan nivîsî li nav gelek albuman cih girtine. Ew yek ji qunciknivîskarên Diyarnameyê ye.
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:
- Belalûk, roman, 2014, Do
- Lîlîstan, helbest, 2016, Sinirsiz
- Mahser, helbest, 2017, Sinirsiz
- Bîr, roman, 2018, Dara
- Xizêmok, helbesteçîrok, 2019, Sîtav
- Spîroj, roman, 2020, Payiz
- Çello, Sonata Mirinê, roman, 2024, Na
- Çello, Sonata Mirinê / Nûdem Hezex / Weşanên Na / Roman / rezber 2024 / 178 rûpel