Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku dê bi diruşma "Li ser awaza rengên Sûriyeyê" Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 9`emîn veke. Roja 24'ê mehê pêşangeh dê li Hola El Erd El Seîde ya li kantona Reqayê vebe û 3 rojan bidome.
Dê 80 hunermend ji tevahî bajarên Sûriyeyê tevli pêşangehê bibin. Bernameya pêşangehê saet 10.00`ê sibehan dest pê dike û heta saet 21.00`ê êvarê didome.
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran Serfiraz Şerîf got: "Me tabloyên hunermendan wergirtin. Lijneyeke pispor tabloyan dinirxîne da ku di pêşangehê de werin pêşandan."
Serfirazê wiha domand: "Amadekarî berdewam in. Cara yekê ye ku ji herêmên din ên Sûriyeyê tevlêbûn çêdibe."
Serfirazê diyar kir ku li gorî bernameya pêşangehê, dê serdana şûnwarên li Reqa û Tebqayê bê kirin, çalakiyên hunerî yên cuda bên lidarxistin û bawernameyên beşdarbûnê li beşdaran bê belavkirin. Di dawiyê de Şerîf wisa got: "Di pêşangehê de dê gelek peyam hebin. Bi rêya vê hunerê wê aştî, hezkirin û hevgirtina di nava gelan de û çi bi serê herêmên Sûriyeyê hatin, bên vegotin."
ANHA


