Diyarname
17'emîn car Fûara Pirtûkan li dar ket lê xwetazîkirina ji bo pirtûkan mohra xwe li fûarê da.
Li paytexta Perû Lîmayê 17'emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî dest pê kir. Nivîskar Vanessa de Oliveira bi pirtûka xwe "100 razên fahîşeyekê" beşdarî fûarê bû lê Oliveira ji pirtûkê xwe zêdetir bi çalakiya xwetazikirina li ber avahiya hikumetê mohra xwe li fûarê da.
Venessa de Oliveira li ber avahiya hikumetê li hemberî pirtûkên korsan xwe tazî kir û korsankarî şermezar kir. Polîsan mudexeyeyê nivîskar kir.
Nivîskar Oliveira paşê li ser çalakiya xwe wisa got: "Em nivîskar bi pereyên ku ji pirtûkan em bi dest dixin em jiyana xwe didomînin, lê ger korsanên pirtûkan derên emê çi bikin? Em karê xwe biguherînin? Ez neçûm cem polîsan, ji ber ku ew bi ser korsankaran re naçin. Min li ber avahiya hikumetê ev çalakî li dar xist, ji ber ku baweriya min ew e ku hikumet dikare vê yekê biguherîne."
Fûara Pirtîkan a Navneteweyî ya Lîmayê ku ji gelek welatên dinyayê nivîskar bûne mêvan heta 1'ê gelawêjê li dar e.
Nivîskar Venessa de Oliveira ku bi portekîzî dinivîse herî dawî îsal bi navê "Psicapatas Do Coraçao" pirtûkek nivîsî. Hjn ji pirtûkên ku wê nivîsîne jî ev in: "100 Segredos de Uma Garota de Programa" (2007), "O Diario de Marise" (2006), "Ele Te Traiu? Problema Dele!" (2009), "Seduzir Clientes" (2008)



