Diyarname
Di 1 û 2'ê gelawêja 2015'an de li Silêmaniyê, di bin navê "Rojava qiblegeha hest û helwestan e", konferansa damezirandina şaxê HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) li başûrê Kurdistanê, bi amadebûna rewşenbîrên rojava yên ku li hersê parêzgehên herêmê "Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê"dimînin, hate lidarxistin.
Di rûniştinên konferansê de bi awayekî berfireh li ser kar û barê rewşenbîriya kurdî hat rawestandin, her wiha li ser şêweyê pêşdebirina çanda kurdî hat gotûbêjkirin. Her wisa gotûbêj li ser awayê pêşxistina karê sazî û dezgehên kurdî hatin kirin bi şêweyekî ku hevgirtin bi berpirsiyariyên xwe rabe û rola xwe ya berhemdar di warê dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî de bilîze.
Beşdarên konferansê behsa hestiyariya rewşa siyasî li rojavayê Kurdistanê jî kirin û doz li hêzên siyasî hat kirin ku ji bo xizmeta doza kurdî dîtin û nerînên xwe ji hev nêzîk bikin û layiqî wê berpirsiyariya dîrokî bin ya ku ji wan tê xwestin.
Beşdarên konferansê doza piştgiriyê li hemû dezgehên çandî û siyasî kirin, da ku rê li ber Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê vekin, ku karê xwe bi temamî derbasî rojavayê Kurdistanê bikin.
Beşdarên konferansê, êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser başûr û bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin. Doz hate kirin ku doza kurd bi awayekî aşîtiyane bê çareserkirin.
Her wiha doza rawestandina rijandina xwînê û kuştina sivîlan ji hêla aliyên şer ve li Sûriyê hate kirin. Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokrat û pirrengî.
Beşdarên konferansê xebata hêzên parastina gel û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên parastina gel silav kirin, ku bi lehengî rûmeta Kurdistanê diparêzin û li hember êrîşên hêzên terorê yên ku dixwazin kurdan ji holê rakin berxwedaneke mezin dikin.
Di konferansê de ev biryar hatin girtin:
1- Kar ji bo vekirina cihekî ji bo hevgirtinê li herêma Kurdistanê
2- Derxistina kovarekê bi navê hevgirtinê
3- Xurtkirina pêwendiyan di navbera saziyên çandî yên herêma Kurdistanê
4- Amadekirina bibliografiyekê ji bo rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê
Silêmaniyê
**
Nûçeyên Eleqedar
- Konferansa HRRK'ê dest pê kir
- HRRK li Silêmanî konferansê li dar dixe


