logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?
  2. Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)
  3. Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî
  4. Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn
  5. Hunermendên bo pîrozbahiya Amedsporê wê li ser dikê bin diyar bûn
news-details

Işik: Divê DalKurd li cem UEFA'yê gilî bike

Duh li Swêdê maça Dalkurd û IK Braga hebû: Maç wekî hemû welatên dinyayê li Tirkiyeyê jî di nav îdîayê de bû. Lê "nemine

  • Dîrok: 21/09/2020
  • Beş: Spor

Diyarname

Duh li Swêdê maça Dalkurd û IK Braga hebû: Maç wekî hemû welatên dinyayê li Tirkiyeyê jî di nav îdîayê de bû. Lê "nesine.com" a Tirkiyeyê navê Dalkurdê nenivîsî û wekî "123456789" reqem nivîsî.

Li Tirkiyeyê di nav fûtbolê de êrîşê tîmên kurdan hatibû kirin lê heta niha di îdîayê de, yanê di nav vî karî de tiştek wisa nehatibû dîtin. Bi vê jî diyar e tehamulê navê kurdî jî nayê kirin.

Yek ji nivîskar û şirovekarê sporê ê kurd Alî Fîkrî Işik e ku ew baş Dalkurdê dişopîne, me xwest ji bo me binirxîne.

"Ev nijadperestiye"

Işik vê yekê wekî "Em karin bi dengekî bilind bêjin ew nijadperestî ye. DalKurd tîmeke ku di klasmana UEFA'yê de ye û wekî fermî tîma Swêdê ye. Navê wê navdar e. Ku rewş ev  be kiryar rasîsîzm e. Ku UEFA bi xwe li hamberî wê kambaxiyê ye. Ji berê vê dilê tirkan heye ku me bênav bikin. Ji xwe dikin jî. Wekî tê zanîn karê kayûmê herî pêşî êrîşkirina kurdî kiriye. Ev erîş jî wekî êrîşên din ji bo heman mebestê ye. Ú navê vê mebestê nijadperestiye."

Nivîskar Işik dibêje "divê rêvebiriya DalKurdê demildest vê bûyerê bibe qada UEFA'yê. Wan şîkayet bike" û vê jî lê zêde dike: "Dilxwazên DalKurd do piştî wê nûçeyê bertekeke xweş nîşan dan di sosyal medyayê de, loma nesine.com rabû navê DalKurd nivîsî. Ez ji berteka hîskêrê DalKurd razî me."


"Bila kurd 'nesine' bikar neynin"

Edîtorê malpera me Cemil Oguz ku ew jî serê xwe bi sporê re diêşîne li ser bûyerê dibêje, "Ev yek asta vê nijadperestiya tirkan nîşan dide" û wisa didomîne, "Wekî gelek qadan, di sporê de jî ev nijadperestî xwe nîşan dide. Tiştê nesine.com kiriye ne hiqûqî, ne însanî ye. Li hemberî Amed sporê û tîmên din ên kurdan jî êrîş çêbûne heta niha. Bi ya min hem di vê bûyerê de hem di bûyerên din de, çawa bûyer çêbûn divê kurd serî li hiqûqê bidin. Ji bo li nav Tirkiyeyê dibe hinek zehmet be lê mesela DalKurd li Swêdê ye, di cih de dikare here ber deriyê UEFA'yê. Tiştek jê derê, neyê ew tiştek din e, lê divê qada navneteweyî de bê xuyan ku kurd bi çi re eleqedar dibin."

Li aliyê din Oguz dibêje helwesta kurdan a di nav tora civakî de di bûyerên din de jî di vê de jî baş bû û divê em baştir vê qadê bikar bînin û van lê zêde dike: "Li Tirkiyeyê ji bilî nesine.com gelek malperên bahisê yên din jî hene. Ez naxwazim navên wan bidim, lê dibêjim ku kurd ne mecbûr in nesine.com bikar bînin. Madem ew wisa dike, bila kurd jî herin di yên din de kûponan razînin. Wê çaxê dê diyar bibe ku kurd bi rastî xwedî li xwe, li navê xwe, li tîmên xwe dertên."
DalKurd di kîjan astê de ye?
Tîma fûtbolê ya kurdan DalKurd li Swêdê di astek baş de ye û tê nasîn. Salên borî derketibû Lîga 1'emîn (Jêre "Allsvenskan" dibêjin) a Swêdê lê nekarî li wir bimîne û ket lîga duyemîn. Îsal di Lîga Duyemîn (Jêre "Superettan" dibêjin) de dilîze. Maça duh 1-1 bi dawî bû. Di hefteya 19'an de Dalkurd bi 18 pûanan di rêza 13'yan de ye. Di komê de 16 tîm hene. Hefteya pêşiya me (26'ê mehê, saet 16.00) DalKurd dê tîma Akropolis bike mêvan.


Parve Bike

Youtube Me

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 09 05 2026

Mardinspor bi ser ket û hat Lîga 1'emîn

news
  • 08 05 2026

Hunermendên bo pîrozbahiya Amedsporê wê li ser dikê bin diyar bûn

news
  • 07 05 2026

Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn

news
  • 06 05 2026

Piştî 20 salan li fînalê ye

news
  • 06 05 2026

Fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

news
  • 05 05 2026

Serokê pêşî yê Amedsporê Dundar axivî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Evîndar bû, têk çû!

ad

Nirînek li ser fîlmê Lawirên Şevê

ad

'10 Jin' bi awayê restorekirî tê nîşandayîn

ad

Ji bo Kûpaya Zîraatê pişke hat kişandin

ad

Kampanyayeke balkêş: Tenê pirtûkên nivîskarên jin kom dikin

ad

Grûba Vate serê termanê şaredarî de xebetêna

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

  • 08 05 2026
news

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

  • 08 05 2026
news

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

  • 08 05 2026
news

Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn

  • 07 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname