Stenbol
Li Tirkiyeyê karkerên seksê li hemberî xirabiyên ku li wan tê kirin sendîkayê ava dikin.
Karkerên seksê (bi gotineke din jinên ku bi pereyan bi mêran re radizin) ji bo ku mafên xwe bigirin bin ewlehiyê û li hemberî nêzîktêdayîna xirab a li hemberî wan xwe amade dikin ku sendîkayeke ava bikin.
Li Tirkiyeyê hejmara wan ku diyar e niha 12 hezar e. Tê gotin ku ew dê navê Sev-Îş li sendîkaya xwe bikin.
Li gor nûçeya rojnameya Takvîmê ne tenê jinên ku li kerxaneyan dixebitin, ên ku li derve dixebitin û travistî, transeksuel, gay û lezbiyen jî dê bikaribin bibin endamên sendîkayê.


